Xizmên girtiyan li ber ATK'ê banga soz girtinê kirin 2022-03-02 14:02:14   AMED - Malbatên girtiyan ku çalakiya xwe ya nobeta edaletê li ber ATK'ê domandin, xwest ku partî û rêxistinên sivîl ku li Enqerê soz dane wan sozê xwe bigirin.    Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin û nayên berdan, di roja 107'emîn a çalakiya xwe ya nobeta edaletê de li ber avahiya Saziya Tipa Edlî (ATK) a Amedê hatin gelhev. Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Bunyamîn Şeker û hin parêzeran jî piştgirî da çalakiya malbatan. Polisan nûnerên hin rêxistinên sivîl ku xwestin piştgirî bidin malbatan dorpêç kirin û destûr nedan ku tevlî çalakiyê bibin.      BANGA GIRTIYÊN NEXWEŞ   Dayika girtî Cîvan Boltan Nazîme Boltan, diyar kir ku ew edaletê dixwazin û û ji bo zarokên xwe li vir in û bertek nîşanî astengkirina polisan a ji bo kesên ku xwestin piştgiriya wan bikin da. Boltan, da zanîn ku 107 roj in nobet digirin û wiha got: "4 sal in min kurê xwe nedîtiye. Heq û hiqûq çi be bila wî pêk bînin. Em daxwazname didin, qebûl nakin. Hûn jî xwedî zarok in. Em dixwazin zarokên xwe bibînin û bên berdan. Heke hûn ê wan tedawî nekin wan berdin em e tedawî bikin."   SOZÊN LI ENQERÊ HATIN DAYÎN   Xizma girtî Reşahat Ada, xwest ku zextên li ser zarokên wan ên girtî bi dawî bibin û ev tişt got: "Em naxwazin cenazeyê xizmên xwe bigirin. Bila înfazê wan neyên şewitandin û tedawiyên wan bên kirin. Zext bi dawî bibin. Serokkomar û Wezareta Edaletê gelê dengê me nabihîzin? Ji herkesî re ef tê derxistin lê ev ef zarokên me negire. Em aştî, edlat û wekheviyê dixwazin. Em heq, hiqûq û edaletê dixwazin. Ji niha pê ve em ê li hemû saziyan bigerin. Em çûn Enqerê, lê sozên ku li vir hatin dayîn nehatin girtin."   'EM Ê LI HER DERÊ BIN'   Xizma girtiyan Încî Guler jî bi lêv kir li hemberî daxwazên rayedarên dewletê xwe "kor, ker û lal" kirine û ev tişt anîn ziman: "30 sal in li hundir in li wan bernadin. Li gorî qanûnan diviya ku wan berdin. Girtiyên me yên nexweşên nav nivînan bernadin. Li kîjan dewletê zilmeke wiha heye? 30 sal in em li benda kek, bav, zarokên xwe ne. Heta ku edalet bê em ê li her derê bin."