Hevseroka HDP'î kirin qawişa girtiyên edlî 2022-03-02 14:47:07   MANÎSA - Hevseroka HDP'a Navçeya Tûrgûtlûyê Naîle Gumuştaş ku di 22'ê sibatê de hatibû girtin kirin qawişa girtiyên edlî.    Di 14'ê sibatê de Hevseroka HDP'a Navçeya Tûrgûtlû ya Manîsayê Naîle Gumuştaş hatibûn binçavkirin û di 22'ê sibatê de bi angaşta "endamtiya rêxistinê" hatibû girtin. Hat diyarkirin ku bi hinceta li Girtîgeha Tîpa E ya Manîsayê di qawişên girtiyên siyasî de cih tuneye Gumuştaş kirine qawişa girtiyên edlî. Parêzerê Gumuştaş Velat Zeren, diyar kir ku ji ber ewlehiya canê wê nîne Gumuştaş daxwaz kiriye ku sewqî girtîgeha Şakranê bê kirin lê heta niha bersiva daxwazê wê nehatiye dayîn.    Her wiha hat diyarkirin ku zarokên Gumuştaş jî serî li Navenda Ragihandinê ya Serokkomariyê (CÎMER) dane û diyar kirine ku ewlehiya canê dayika wan tuneye