Cenazeyê Alpaydin piştî 6 salan dan malbata wî 2022-03-02 14:57:14   MÊRDÎN - Adulcelîl Alpaydin ku di sala 2016'an de li Ordûyê jiyana xwe ji dest dabû, cenazeyê wî piştî 6 salan radestî malbata wî kirin.    Adulcelîl Alpaydin (Celal Mêrdîn) ê HPG'î, di 30'ê îlona 2016'an de li Ordûyê di şerekê de bi 2 hevalên xwe re jiyana xwe ji dest dabû. Piştî 6 salan encamên DNA'yê bi dawî bûn û cenazeyê Alpaydin radestî malbata wî hat kirin. Malbatê, cenazeyê Alpaydin ji Goristana Bêkesan a li Sêwasê girt û anîn navçeya Midyadê û ji vir jî bir gundê Roverê yê navçeya Kerboranê. Piştî vecîbeyên olî cenazeyê Alpaydin li goristana gund ji aliyê gelek kesan ve hat veşartin.