Parêzerên Gulmez bertek nîşanî ‘îdianameya Googleyê’ dan 2022-03-02 15:01:17   AMED - Parêzerên Hevseroka DBP’a Amedê Seval Gulmez îdianameya nû ya derbarê miwekîla wan de hatiye amadekirin wek “îdinameya Googleyê” pênase kirin. Di encama darizandinê de Gulmez nehat berdan.    Danişîna doza Hevseroka Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Bajarê Amedê Seval Gulmez ku bi îdiaya “endama rêxistinê ye” tê darizandin, li 11’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Gulmez di çarçoveya dosyeyê de di 12’ê nîsana 2021’an de hatibû girtin û di 6’ê îlona 2021’an de hatibû berdan. Serdozgeriya Komarê ya Amedê derbarê Gulmez de lêpirsînek nû da destpêkirin û di çarçoveya vê lêpirsînê de di 2’yê sibatê de hatibû girtin.    Gulmez ji Girtîgeha Amedê ya Jinan bi rêya Pergala Deng û Deîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû. Parêzer di danişînê de amade bûn û malbata Gulmez û rêveberên DBP’ê dozê şopandin. Serokê Dadgehê diyar kir ku biryar girtiye di çarçoveya lêpirsîna nû de ji ber 17 çalakî û şahiyan derbarê Gulmez de bi sûcdariya “endamtiya rêxistinê” îdianame hatiye amadekirin û dosyeya wê ya berê û vê dosyeyê kiriye yek.    TAWANBARIYA RED KIR    Di çarçoveya dosyeya ku kirin yek de Gulmez parastina xwe kir. Gulmez got ew bi nasnameya xwe siyasetmedariyê beşdarî şahî Û çalakiyan bûye û tawanbariyê li ser xwe red kir û ew di çarçoveya mafê ku Destûra Bingehîn ji bo wê nas dike beşdar bûye.    Gulmez anî ziman ku ji heman tawanbariya ew 6 meh berê hatiye berdan û xwest ew were berdan û biryara beraeta wê bê dayîn.    15 SAL CEZA TÊ XWESTIN   Dozger ango meqamê îdiayê ji bo ew mutalaya nû amade bike xwest girtina Gulmez berdewam bike. Dozger bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” derbarê Gulmez de heta 15 salan cezayê hepsê dixwaze.    ‘ÎDIANAMEYA GOOGLEYÊ YE’    Parêzerên Gulmez parastina miwekîla xwe kirin û bertek nîşanî îdinameya nû dan û diyar kirin ku sûcdariya ji 17 çalakî û şahiyan pêk tê û îdianameya hatiye amadekirin nayê qebûlkirin û vê îdianameyê wek “îdianameya Googleyê” pênase kirin. Parêzeran xwest miwekîla wan bê berdan û beraetkirin.    DANIŞÎN TALOQÎ 18’Ê GULANÊ BÛ   Piştî parastinan dadgehê navberek kurt da danişînê û pişt re biryar da ku girtina Gulmez dewam bike û ji bo amadekirina mutalaya nû danişînê taloqî 18’ê gulanê kir.