‘Nirxên mirovahiyê tê tecrîdkirin’ 2022-03-02 15:28:32 WAN - Di Nobeda Edaletê ya li Wanê de bal kişandin ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha hat gotin: “Nirxên mirovahiyê tê tecrîdkirin.”    Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin a li Baroya Wanê dabûn destpêkirin, 80 roj li pey xwe hişt. Nobeda îro malbatên girtiyên nexweş Îbhraîm Alkan, Botan Tîmûr, Hakan Bîlekçî û Seyfettîn Demhat domandin. Rêveberên Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Westanê serdana nobedê kirin.     ‘ÇALAKÎ DÊ BIGIHÎJE MEXSEDA XWE’    Hevserokê HDP’a Westanê Basrî Arslan di serdanê de axivî û destnîşan kir ku girtiyên siyasî yên kurd rûmeta civakê ne û sed sal in gelê kurd ji bo mafên xwe têdikoşin. Arslan anî ziman ku kî li mafê xwe digere tên girtin û gelê kurd wê tu carî viya qet qebûl neke û wê çalakiya dayikan dê bigihîje mexseda xwe û girtî jî werin berdan.    TECRÎDA GIRANKIRΠ   Arslan bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got: “Her tişt bi tecrîda li ser birêz Ocalan tê sepandin tê teşekirin. Nêzîkatiya li hember birêz Ocalan, nêzîkatiya li hember nirxên mirovahiyê ye. Îro nirxên mirovahiyê tê tecrîdkirin. Ev rewş nayê qebûlkirin. Ji bo jiyanek bi rûmet divê têkoşîn were kirin.”   ‘EM Ê SERÊ XWE NETEWÎNIN’    Kazim Tîmûr ê bavê girtiyê nexweş Botan Tîmûr ê li Girtîgeha Wanê ya Tîpa F’yê de tê ragirtin axivî û bi bîr xist ku 80 roj in çalakiya me didome û got: “Em dixwazin di serî divê birêz Ocalan û hemû girtî azad bibin. Em ê wek gelê kurd heta ku derê vê zilmê qebûl bikin. Em vê zilmê qebûl nakin. Her roja ku diçe mê xurttir bibin. Çi dikin bila bikin em ê serê xwe netewînin.”