Li Farqînê tecrîd hat protestokirin 2022-03-02 15:42:46   AMED - Endamên HDP, DBP û TUAY-DER’ê yên Farqînê bi daxuyaniyekê bertek nîşanî tecrîda li Îmraliyê dan û xwestin ku tecrîd bi dawî bibe.    Endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER), têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên li girtîgehan, li pêşiya HDP’a Farqînê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de gelek malbatên girtiyan û welatî jî amade bûn.    'TECRÎDÊ BI DAWÎ BIKIN’   Di daxuyaniyê de hevserokê HDP’a Farqînê Şenol Çapan axivî û da zanîn ku niha hezar û 650 girtiyên nexweş hene. Çapan, diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê niha li hemû girtîgehan berbelavbûye û wiha domand: “Ji bo aştî û edaletê, divê ev tecrîd bi dawî bibe. Girtiyên ku cezayê wan xelas bûyî lê nayên berdan hene. Ev, nêzikatiyekî siyasî ye. Alavên girtiyan desteser dikikn, mafên wan ê axaftina bi telefonê û hevdîtinê tê binpêkirin. Dermanan nadin girtiyên nexweş, yên ku divê bên emeliyatkirin jî nayên dermankirin. Dema girtî nerazîbûnên xwe nîşan didin jî gefa ‘em ê we bikujin’ lê dixwin. Divê dawiyekî li tecrîda Îmraliyê û li her deverên din bînin. Her wiha divê hemû girtiyên nexweş bên berdan.”    JI BER GUZEL BERTEK NÎŞAN DAN   Piştre jî hevseroka HDP’a Farqînê Halîme Soner axivî û bal kişand ser biryara rakirina parêzbendiya parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel. Soner, got ku dewletê her tim hewl da ye vîna kurdan tune bike û wiha bi dawî kir: “Duh jî parêzbendiya Semra Guzel rakirin. Guzel, vîna gelê kurd e û dê her wisa bimîne.”   Daxuyanî, bi dirûşma “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” bi dawî bû.