Darazê 13 fezlekeyên nû şandin meclisê 2022-03-02 16:16:52   ENQERE - Derbarê 11 parlamenteran de 13 fezlekeyên nû ji Serokatiya Meclisê hatin şandin.    Parlamenterên HDP, TÎP û CHP'ê jî di nav de derbarê 11 parlamenteran de ji aliyê daraza tirk ve 13 fezelekeyên nû ji Serokatiya Meclisê re hatin şandin. Serokatiya Meclisê jî fezlekeyên ku jê re hatibûn şandin ji Komîsyona Tevlîhev ku ji Komîsyona Destûra Bingehîn û Komîsyona Edaletê pêk tê re şand. Fezleke ji bo parlamenterên HDP'ê Berdan Ozturk,  Meral Daniş Beştaş, Ayşe Acar Başaran (2), Omer Ocalan, Feleknas Ûca, Mûrat Sarisaç, Dersim Dag (2) Saît Dede, Pero Dundar, Serokê Giştî yê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TİP) Erkan Baş, Parlamenterê CHP'ê Velî Agbaba hatine şandin.