Di Nobeda Edaletê de piştgirî dan Semra Guzel 2022-03-02 16:48:55   ÎZMÎR - Li Îzmîrê di Nobeda Edlaletê de Hanim Sever bertek nîşanî rakirina parêzbendiya Parlamentera HDP'ê Semra Guzel da û got ew vê biryarê û neheqiyê qebûl nakin.    Nobeda Edaletê ya ku malbatên girtiyan li Baroya Îzmîrê dane destpêkirin di roja 14'emîn de berdewam kir. Hanim Sever li ser navê malbaltan axivî û bertek nîşanî rakirina parêzbendiya Parlamentera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel da.    Hanim Sever a ku lawê wê Medest Sever li Girtîgeha Bandirmaya Balikesîrê ya Tîpa F-1 girtî ye xwest ku hemû girtiyên nexweş serbest bên berdan. Sever diyar kir ku li dijî tecrîdê ew ê têkoşînê mezin bikin û got: "Rewşa Aysel Tugluk xeter e lê hîna di girtîgehê de tê girtin. Bila Ayselê berdin. Kesên ku jinan qetil dikin serbest berdidin, lê girtiyên me bernadin. Em vê zilmê qebûl nakin. Ciwanên me ne azad in. Bila destê xwe deynin ser wicandê xwe û tecrîdê bi dawî bikin. Tişta ji dest me tê em ê bikin û dayik ji hemû tiştî re amade ne. Em dixwazin bi çand û zimanê xwe bijîn."   Hanim bertek nîşanî rakirina parêzbendiya Parlamentera HDP'ê Semra Guzel da û ew vê biryarê nas nakin û dê neheqiyê qet qebûl nekin.