Tuncel: Heke jin azad nebe, civakek nikare azad bibe 2022-03-03 09:02:45 ENQERE - Siyasetmedara kurd Sebahat Tuncel da zanîn ku kesên nûnertiya pergala mêrê serdest dikin, xeta azadiyê ya jinan bo xwe weke gefekê dibînin û wiha got: “Gotina; ‘heke jin azad nebe, civakek nikare azad bibe’ ne dirûşmek lê wateya jiyanê bi xwe ye.”  Di 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de jin, ji bo parastina destkeftiyên xwe, ji bo jiyaneke wekhev û mirovane, ji bo xurtkirina piştevanî û yekitiya xwe dadikevin qadan. Bi nêzbûna 8’ê Adarê re jinan jî lez dan amadekariyên xwe. Bi sedan siyasetmedarên jin ên ku li dijî pergal û neheqiyê serî rakirin û niha di girtîgehê de ne, 8’ê Adarê di nava çar dîwaran de pêşwazî dikin. Jinên ku tevî şert û mercên girtîgehê jî serî natewînin û têdikoşin, bi vê têkoşîna xwe, polîtîkaya yekperest û zayendîperest a dewletê vala derdixînin.    Yek ji van jinan jî Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a berê Sebahat Tuncel e ku di her danişînê de bi parastinên xwe pergala heyî didarizîne.    JI HADEP’Ê HETA DBP’Ê 24 SAL   Sebahat Tuncel, di sala 1998’an de wek Seroka Baskê Jinan a Partiya Demokrasiyê ya Gelan (HADEP) dest bi siyasetê kir. Bi girtina HADEP’ê re jî weke endama Meclisa Partiyê ya Partiya Demokratîk a Gel (DEHAP) hate hilbijartin. Tuncel, yek ji endamên damezirîner a Partiya Demokratîk a Civakê (DTP) û ji endamên Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) bû ku di heman demê de Berdevkiya Giştî ya Meclisa Jinan a DTP’ê dikir. Tuncel, di sala 2006’an de hate girtin û 8 meh û nîvan di girtîgehê de ma. Di Hilbijartinên Giştî yên 22’yê tîrmeha 2007’an de bû parlamentera Stenbolê. Li ser vê yekê jî di 25’ê tîrmeha 2007’an de hate berdan. Bi girtina DTP’ê re, Tuncel vêcarê jî tev li Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) bû û di Hilbijartinên Giştî yên 2’yê hezîrana 2011’an de weke parlamentera serbixwe ya Stenbolê hate hilbijartin. Piştî hilbijartinan jî BDP hate girtin. Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) di 15’ê cotmeha sala 2011’an de hate damezirandin û di 27’ê cotmeha 2013’an de jî Sebahat Tuncel û Ertugrul Kurkçu weke hevberdevkên wê hatin hilbijartin. Dema Hevserokatiya Giştî ya DBP’ê dikir, di 6’ê mijdara sala 2016’an de hate girtin.    Tuncel, niha jî li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1 a Kocaeliyê tê ragirtin û ji bo Doza Kobanê anîn Girtîgeha Jinan a Sîncanê. Tuncel, bi wesîleya 8’ê Adarê ji ajansa me re nameyek şand û têkoşîna jinan nirxand.    GIRÎNGIYA XWEBIRÊXISTINKIRINA CEWHERΠ   Tuncel, destnîşan kir ku tevî hemû zextan jî jinan têkoşîna xwe domandin û mohra pêşengtiyê li gelek tiştên nû dan. Tuncel, bi domdarî wiha got: “Yek ji destkeftiyên herî mezin, pergala hevserokatiyê ye. Bi vê destkeftiyê re hişmendiya yekperest, dijdemokratîk û rêveberiya navendîperest hilweşand. Ev destkeftî, berhema kedeke mezine ku êdî xwe sazûman kiriye. Li kêm deverên cîhanê mînakeke wiha heye. Di nava Zapatîstayiyan de jî pergala hevserokatiyê û hevkoordînatoriyê hene. Tevlibûna jinan a nava refên têkoşînê, bandoreke mezin li têkoşîna xelkê herêmê dike. Di mijara sergihiştina şêweyê ziman û rêveberiyê yê hişmendiya nêrzayî de û avakirina civakîbûna wekheviya jin-mêr de jin bi rolekî mezin radibin. Nirxandinek heye ku dibêje; ‘heta ku di qada polîtîk de serkeftinek çênebe, nepêkane ku di qadên din de tiştek were bidestxistin.’ Ji bo vê jî divê wekheviya di navbera jin û mêran de bibe rojeveke sereke, çareserî bên pêşxistin, divê jin rêxistiniya xwe ya cewherî xurtir bikikn û di mekanîzma û sepanên biryardayînê de bêhtir cih bigirin.”    TECRÛBEYA DI SYASETÊ DE    Bi domdarî Tuncel bal kişand ser tecrûbeyên di siyasetê de û ev nirxandin kir: “Pêvajoya ku mijara hevserokatiyê ji ewil ketiye rojevê, nîqaşên di wê demê de hatine kirin, hewldana derbaskirina helwestên dijber û pêvajoya xistina meriyetê ya vê pergalê kir ku ez bi ser gelek tiştan re bigihim. Cara ewil bû ku li Tirkiyeyê tiştekî wiha diket meriyetê û li seranserî cîhanê kêm mînakên wê hebûn. Rêbaza di qanûna partiyên siyasî de pir zelal bû ku li me dihat ferzkirin. Em li ser difikirîn bê ka bêyî fermiyetê em ê çawa bikarin vê pergalê bêxin meriyetê. Li cihekî ku partiya siyasî nedikariya şêweyê siyaseta berê biguherîne û siyaseta mêrê serdest lê serwer; gelo dê me çawa bikariya ev pergal bixista meriyetê? Gelo xetereyên wê çi bûn? Ma baş pê dizanî ku mekanîzmeyeke demokratîk, azadîxwaz û wekheviya jin û mêran esas digire dê di veguherandina civakê de rolekî çalak bilîze. Lewma jî me li ser serkeftîbûna vê pergalê gelek nîqaş kirin. Tecrûbeyên me yên berê, ji bo pêvajoya ku me bi Ertugrul Kurkçu re hevserokatî û hevberdevkî dikir re gelek bû alîkar û rêyek nîşanî me da bê ka em vê pergalê dê çawa bixin meriyetê. Di pêvajoya HDK/HDP’ê de bûm xwedî tecrûbeyên cuda û vê tecrûbeyan gelek tişt hînî min kir.”    PÊVAJOYA HEVSEROKATIYÊ   Tuncel, da zanîn ku bi damezirandina DTP’ê re êdî derbasî pergala hevserokatiyê bûn û wiha pê de çû: “Hevserokên wê jî Aysel Tugluk û Ahmet Turk bûn. Tiştên destpêkê her tim pir zehmet in. Ji bo ku ev pergal bi rastî jî were pratîzekirin, weke meclisa jinan me gelek ked da. Ji ber ku feraseta giştî pergala hevserokatiyê weke pirsgirêka jinan didît. Li hêlekî me hewl dida vê pergalê bêxin meriyetê û li hêla din jî ji bo ku qanûna partiyên siyasî were guherandin û pergala hevserokatiyê di qanûnê de cih bigire, me dest bi kampanyaya îmzeyan kir. Me di demekî kin a bi qasî mehekê de 100 hezar îmze kom kirin û radestî Komîsyona Daxwaznameyan a Meclisê kir. Ji rexekî ve jî me hewl da girîngiya pergala hevserokatiyê û rola jinan a di siyasetê de ji jinan û rêxistinên jinan re vebêjin. Di encama van xebatên me û israra me ya di hevserokatiyê de, heke xelet nebim di sala 2014’an de Qanûna Partiyên Siyasî hat guherandin û ji bo partiyên ku saziya ‘serokatiya giştî’ dixwestin, serokatiya giştî hate qanûnîkirin. Me jî li bajêr, navçe û rêveberiyên herêmî dest bi pergala hevserokatiyê kir.”    PEYWIRA HEVSEROKAN   Di berdewamê de Tuncel bi bîr xist ku di dema damezirandina HDK û HDP’ê de mijara hevserokatî û hevberdevkiyê nebû mijara nîqaşê û ji hêla hemû pêkhateyan ve hatiye qebûlkirin. Tuncel, da zanîn ku hevserokatî, mekanîzmeya biryardayînê nîne û wiha axivî: “Modêla rêveberiya demokratîk, wekhev û azadîxwaz esas digire û hewl dide bi guhdarîkirina nêrîn û pêşniyarên hemû derdoran re polîtîkayekî pêş bêxe. Peywira wan ew e ku rêveberiya koordîneya nîqaşên li meclisên herêmî, meclisên giştî, meclisa partiyê, meclisên jin, ekolojî, ked û hwd. bike, planên heyî bêxin meriyetê û siyaset û polîtîkaya me bi gel re parve bikin. Anku ya girîng ne hebûna du serokan lê hebûna pergal û rêveberiyeke demokratîk e.”    ZAYENDA CIVAKÎ Û SIYASET   Bi domdarî jî Tuncel bal kişand ser zehmetiyên xebatên têkel û wiha pê de çû: “Pergaleke ku ev bi hezaran sala ye li gorî zîhniyeta mêrê serdest teşe girtî li holê ye. Hinek elimandinên jinatî û mêrtî yên hatine hînkirin hene. Di jiyana siyasî, aborî, civakî û çandî de zîhniyeta mêrê serdest serwere. Ji bo ku jin tev li siyaset û jiyanê nebin, gelek astengî hene. Lewma jî têkoşîna jinan, di nava şert û mercên newekhev de dest pê dikin. Weke jinên kurd, xebatên ku me di salên 90’î de di Komeleya Jinên Welatparêz û komîsyonên jinan ên partiyên siyasî de dabûn destpêkirin, di şerê li dijî kurdan de û ji bo pêşîlêgirtina polîtîkayên înkar û pişaftinê yên dewletê rolekî mezin lîst. Careke din nîşanî me da bê ka têkoşîna birêxistinkirî ya jinan çiqas girîng e. Li rexekî em ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk û aştiyane têdikoşiyan û li rexa din jî me pirsgirêkên ku ji ber jinbûna xwe dijiyan ferq kirin. Em di dawiya dawî de gihiştin wê qenaetê ku ev pirsgirêk tevek dikare bi têkoşîneke birêxistinkirî ya jinan werin çareserkirin. Kir ku jin bikarin xwe bigihînin hemû avahiyên me yên li bajêr û navçeyan û polîtîkayeke ku di serî de jinan esas digire, jinan beşdarî xebatan dike û astengiyên di vê mijarê de ji holê radike bimeşînin. Kotaya ji sedî 25 a HADEP’ê û baskê jinan, kotaya ji sedî 35 a DEHAP’ê û meclisên jinan, kotaya ji sedî 40 a DTP’ê, pergala hevserokatiyê, nûnertiya wekhev a HDP û DBP’ê, rêxistiniyên xweser û bihêzkirina meclisan, ev tevek jî destkeftiyên têkoşîna jinan e. Ev pêvajoya behsê xeberê wisa bi hêsanî derbas nebû. Jinan, ji bo van destkeftiyan gelek nîqaş meşandin û ji bo xwe bigihînin vê encamê, neçar man ku têkoşîneke xurt a zayendî bimeşînin.”    PERGALA AZADÎXWAZIYA JINÊ   Tuncel, destnîşan kir ku destkeftiyên jinên kurdan û xeta wan a azadîxwaz niha ji bo hemû rêxistinên jinan ên cîhanê bûye hêviyek û wiha berdewam kir: “Em, hemû destkeftiyên tevgerên jinan ên cîhanê weke destkeftiyên xwe dihesibînin. Her wiha têkoşîn û destkeftiyên xwe jî weke parçeyeke tevgera jinên cîhanê dibînin. Ji bo ku pergala hevserokatiyê ji hêla gel vê were qebûlkirin, xebatkarên partî û saziyan gelek ked dan. Rast bikaranîna wê û bandora destkeftiyên wê yên li ser civakê kir ku ev pergal xwe sazûman bike. Gelek caran nêzikatiyên ku weke hevserokatî pirsgirêka jinan be û pêdiviya jinan bi vê pergalê hebe pêş ketin. Lê rêxistiniya ku li dora vê pergalê teşe digire, bandorê li her kesî dike. Heta ku zîhniyet û hînbûnên di siyasetê de neguherin, pir zehmete ku mirov bikare pergaleke azadîxwaz û wekhev ava bike. Ji hevserokan yek jê jin û yê din zilam bû. Bi vê yekê re nûnertiya gelan esas hat girtin. Heke yek ji wan kurd bûya, yê/ya din an tirk bû yan jî ji neteweyeke din bû. Feraseta rêveberiyê ya li dora pergala hevserokatiyê teşe girtî, rêveberiyeke demokratîk û azadîxwaztir e. Her kesên ku azadiya civakê dixwazin, yên ji bo wekheviya jin û mêr têdikoşin, yên dixwazin pergaleke adilane û aştîxwaz de bijîn, divê hîn bêhtir xwedî li pergala hevserokatiyê derkevin.”    HEVSEROKATÎ, NAVENDA BIRYARDAYÎNÊ NÎNE   Sebahat Tuncel dibêje ku pergala hevserokatiyê, dê li pêşiya kesên jiyan û pergaleke nû dixwazin rêyekî veke û sedema vê jî wiha şîrove dike: “Heke mirov bixwaze bê ka pergaleke serkeftî ye yan na, divê mirov ji ewil berê xwe bide gel. Heke gel xwedî li vê pergalê derbikeve, ev tê wateya serkeftîbûna we. Gelê kurd û hemû gelên ku guh didin dengê HDP’ê, di rewşa heyî de xwedî li pergala hevserokatiyê derdikevin. Lewma ez dikarim bibêjim ku modêleke serkeftî ye. Lê ji bo ku ev pergal hîn bêhtir an jî baştir bikeve meriyetê, divê mekanîzmayên azadîxwaz û demokratîk ku bibin bersiva pêdiviyên pêvajoyê, bênavber bixebitin. Hevserok, parçeyeke pergala giştî ne. Navenda biryardayînê nînin. Lê koordînekirina biryarên ji jêr heta jor hatine girtin, nûnertiyeke rast û sepandina biryaran, berpirsyariya wan e. Armanc, pêşxistina pergaleke demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê ye.”    HÊZA KU ÇARESERIYÊ BIRÊXISTIN DIKE   Di nameya xwe de Tuncel got ku tê fêmkirin bê ka desthilatdar çima êrişî pergala hevserokatiyê dike û sedema vê wiha vegot: “Tiştekî xwezayî ye ku kesên nûnertiya serdestiya zilam dikin, xeta azadiyê ya jinan ji xwe re weke gefekê bibînin. Serkeftina bingehîn a pergala hevserokatiya me ku weke sedema tayînkirina qeyûman tê destnîşankirin, pêşxistina demokrasiya herêmî û paşdexistina serdestiya zilam e. Nirxandina ‘heta jin azad nebin, ne pêkane ku civak azad bibe’, ne dirûşmek lê wateya jiyanê bi xwe ye. Newekheviya di navbera jin û zilam de, çavkaniya hemû newekheviyên di nava civakê de, çavkaniya tehekûm, tundî û kedxwariyê ye. Tunekirina vê newekheviyê dê pergala mêtingeriya pergala kapîtalîst a mêrê serdest têk bibe. Sererastkirina têkiliyên civakî, aborî û çandî, avakirina jiyaneke wekhev û azadîxwaz, dê sedemên hebûna serdestan jî ji holê rakin. Polîtîkaya dethilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ya li dijî jinan dimeşîne, polîtîkayeke bîrdozî ye. Meşa femînîst a jinan bi hinceta ‘bêrêzî li azan hatiye kirin’ weke hedef hate nîşandan, gefa jêkirina zimanê wê li Sezen Aksu xwarin, Peymana Stenbolê betal kirin û nefeqe kirin mijara nîqaşê. Li dijî van sepanên desthilatdariyê û şirîkên wan, tekane rê ew e ku em hêza rêxistinkirî ya jinan xurtir bikin û bi hev re têbikoşîn.”    BER BI 8’Ê ADARÊ VE   Siyasetmedara kurd Sebahat Tuncel nameya xwe bi van gotinan diqedîne: “Li dijî hemû cureyên tundî, cudakarî û xizaniyê, jin dê di vê 8’ê Adarê de jî dakevin qadan. Dê bibêjin; ‘jiyaneke cuda pêkane.’ Ev têkoşîna jinan ne tenê pêşeroja wan lê pêşeroya hemû civakê eleqedar dike. Lewma jî girînge ku zilamên ji vê pergalê aciz jî piştevaniyê bidin têkoşîna wekhevî û azadiyê ya jinan. Li dijî êrişên li me tên kirin, hewceye em pergal û têkoşîna xwe birêxistin bikin û civakî bikin. Sekna li hemberî faşîzm, yekperestî û zilmê, têkoşîna ji bo jiyaneke nû ku gelên me bi hesreta wê dijîn, berpirsyarî û peywireke me ya dîrokî ye. Divê neyê jibîrkirin ku gotina herî dawî ya berxwedêr û têkoşeran e.”   MA / Zemo Aggoz