Dosyeya Gezer şandin AYM'ê 2022-03-03 09:02:47 STENBOL - Garîbe Gezer ku li girtîgehê jiyana xwe ji dest dabû, bi awayekî sîstematîk hatibû îşkencekirin û destdirêjî lê hatibû kirin. Piştî dosyeya derbarê îşkenceya sîstematîk û destdirêjiyê de hat girtin, dosye bi hinceta dijî Qanûna Bingehîn e, ji Dadgeha Qanûna Bingehîn re hat şandin.  Garîbe Gezer ku li Girtîgeha Kandira ya Jimare 1 a Tîpa F'yê bi awayekî sîstematîk hatibû îşkencekirin û destdirêjî lê hatibû kirin, di 9'ê Kanûna 2021'ê de di hucreya lê dima de jiyana xwe ji dest dabû. Gezer berî jiyana xwe ji dest bide ji ber îşkenceyê û destdirêjiyê giliyê gardiyanan kiribû, lê derbarê wan de tu lêpirsîn nehatibû destpêkirin. Ji ber vê parêzerên Gezerê bi hinceta peywira xwe binpê kirine, îşkence û destdirêjî kirine giliyê peywirdarên girtîgehê û bi hinceta peywira xwe xirab kiriye jî giliyê bijîşk Îsmaîl U. kiribûn. Piştî vê lêpirsîn hatibû destpêkirin.   Lêpirsîna hatibû destpêkirin bi biryara neşopandinê bi dawî bûbû û dosye hatibû girtin. Piştî vê parêzerên Gezerê parêzer Eren Keskîn, Jiyan Tosûn, Jiyana Kaya jî di 5'ê Çileyê de serî li Dadgeriya Cezayê Sulhê ya Kandirayê dabûn û îtiraz kiribûn.    Piştî dadgeriyê serlêdana parêzeran red kir, parêzeran îşaret bi xala 17, 40, 36 û 141 ya Qanûna Bingehîn û xala 3, 6 û 13'an a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) kirin û serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) dan.