Dîmenên dema qetilkirina ferdên malbata Şenşayar hatine dizîn! 2022-03-03 09:02:48 RIHA - Derket holê ku dîmenên li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê yên dema qetilkirina 3 ferdên malbata Şenyaşarê hatine dizîn. Ewraqek ji Meletiyê re hatiye şandin û daxilî nav dosyeyê hatiye kirin. Di ewraqê de tê gotin ku ji bo dîtina dîmenan li navnîşanekê lêgerîn hatiye kirin.  Di 14'ê Hezîrana 2018'an de li navçeya Pirsûs a Rihayê parêzvan û xizmên Parlementerê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz, di dema xebatên hilbijartinê de serdana kargeha malbata Şenyaşarê kiribûn û di serdanê de êriş biribûn ser ferdên malbatê. Di êrişa li kargehê de Celal, Adil, Mehmet, Fadil û Ferît Şenyaşar birîndar bûbûn. Her wiha li vir Mehmet Şah Yildiz, birayê parlementerê AKP'î jî miribû. Piştî vê xizmên Yildizê AKP'î li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê jî êriş biribûn ser malbata Şenyaşarê û li vira birayên hev Celal û Adil Şenyaşarê bi giranî birîndar qetil kiribûn û bav Hecî Esvet Şenyaşarê ji bo zarokên xwe hatibû nexweşxaneyê jî li ber çavê hevjîna wê Emîne Şenyaşarê lînç kiribûn û qetil kiribûn.    Lêpirsîna têkildarî bûyerê, dabeşî du dosyeyan hatibû kirin. Çendî her du bûyer di heman rojê de çêbûbûn jî, lê dozgeriyê ji bo her yekê dosyeyek çêkiribû. Di dosyeya derbarê kargehê de Fadil Şenyaşar hatibû darizandin û 37 sal û 9 meh ceza lê hatibû birîn. Li Enver Yildiz jî 18 sal ceza hatibû birîn.    Ji xeynî vê biryara veşarî ya li ser dosyeya lêpirsîna derbarê nexweşxaneyê de jî didome. Her wiha dayik Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar jî ji bo dosyeya lêpirsîna derbarê nexweşxaneyê de bê vekirin û Fadil Şenyaşar bê berdan, ji 9'ê Adara 2021'ê ve li ber Edliyeya Rihayê Nobeda Edaletê digirin.    DÎMEN HATINE DIZÎN!   Derket holê ku dîmenên bûyera li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê hatine dizîn. Parêzerên ku têkildarî dosyeya derbarê kargehê de bi awayekî dorfireh lêkolîn kirine, di ewraqekê de ku Midûriyeta Polîsan a Rihayê ji Serdozgeriya Komarê ya Rihayê re şandiye, dîtine ku dîmenên nexweşxaneyê hatine dizîn. Gava dosyeya derbarê kargehê de li Dadgeha Cezayê Giran a 3'yan a Meletiyê hatiye vekirin, Serdozgeriya Komarê ya Rihayê ji dosyeya lêpirsîna derbarê bûyerên li nexweşxaneyê de hin ewraq şandine Meletiyê. Di nav van belgeyan de, zabitnameyeke midûriyeta polîsan heye. Di vê zabitnameyê de hatiye diyarkirin ku ji bo dîmenên Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê bên dîtin, li mala kesê bi navê Ş.D. lêgerîn hatiye kirin, lê dîmen nehatine dîtin.    Parêzerê malbata Şenyaşarê Bulent Dûran, anî ziman ku ji ber ku derbarê dosyeyê de biryara veşarî heye nizanin çi di dosyeyê de ye. Bulent, bilêv kir ku lê berê jî tim gotine dibe ku dîmen hatibin dizîn, lê niha cara ewil e hatiye belgekirin ku dîmen hatine dizîn.    Dûran, destnîşan kir ku li nexweşxaneyê belgeya derbarê diziya dîmenan de heye ûev belge ji bo dosyeya derbaêr kargehê de ji Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Meletiyê re hatiye şandin.    Dûran got: "Em dibînin bi îdiaya dîmen hatine dîzîn xebatek hatiye kirin. Ger li cihekî ku esker û polîs, walî û wezîr lê bin û dîmen hatibin dizîn û ji bo vê liv û tevgerek hatibe kirin, nexwe ev nîşan dide ku bê fikarên me çi qasî mafdar in. Gelo ev biryara veşarî ji bo windakirina delîlan hatiye girtin?"    Dûran, ji bo Nobeda Edaletê ya li ber Edliyeya Rihayê ya Malbata Şenyaşarê jî got: "Sibê dusibe dibe ku bûyerên bi vî rengî bên serê her kesî. Kesên ev yek kiribin kî dibin bila bibin divê bên darizandin. Ev lêpirsîn nîşaneyeke aşkere ye ku îqtidar û yên nêzî wê nayên darizandin, lewma divê her kes bi şik û guman be. Serdana ji bo Nobeda Edaletê girîng e, lê divê meclî tevbigere. Dikarin li meclîsê komîsyonekê ava bikin ji bo lêkolîna bûyerê. Baro dikarin bibin alîgirên vê lêpirsînê. Ne tenê serdan, mirov dikar weê veguherîne çalakiyeke ku her kes mudaxilî wê bibe. Dozger sûc dikin, em ê li HSK'ê giliyê dozgerên ku vî sûcî dikin, bikin."    MA / Emrûllah Acar