Doza Kobanê: Veguherandina civakê berpirsyariya me ye 2022-03-03 14:06:16 ENQERE - Aktîvîsta TJA’yê Ayla Akat Ata di parastina xwe de diyar kir ku li dijî pergalê, hewl didin alternatîfekî ava bikin û wiha got: “Veguherandina xwe û civakê, berpirsyariya me ye.”    Bi hinceta çalakiyên 6-8’ê Cotmehê ku li dijî êrişa DAIŞ’ê ya li ser Kobanê hatibûn kirin, Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê û endamên Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) jî di nav de, derheqê 108 kesan de doz hatibû vekirin. 10’emîn danişîna dozê ku 22 kes tê de girtî tên darizandin, di roja sêyemîn de li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam kir.    Parlamentera HDP’ê ya berê û aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata parastina xwe berdewam kir. Ata, qala femînîzmê kir û da zanîn ku ji berê heta niha li ser 4 pêlên bingehîn teşe girtiye. Ata, diyar kir ku ev pêl jî nîşan didin ku femînîzm ji civakê qut nîne lê berevajî vê, parçeyeke civakê bi xwe ye.     TENÊ ZILAM DIAXIVIN    Ata, daxuyand ku divê di qada cemaweriyê de dengê jinan were bihîstin û wiha domand: “Li cîhana ku niha şerê sêyemîn lê diqewime, tenê zilam diaxivin. Di serdemekî ku dê tevahiya cîhanê jê bandor dibe de dengê jinan qet nayê bihîstin. Hiqûqa navneteweyî jî bi temamî mêr e. Peyman û lihevkirinên ji bo pêşîlêgirtina cihêkariya li jinan tê kirin, bi têrî nakin. Destkeftiyên jinên serbixwe û azad, ji bo netewe dewletan gefeke. Divê daraz li gorî hiqûqa navneteweyî tevbigere. 18 meh piştî anîna me ya li vê derê, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) du biryarên girîng dan. Lê belê tenê yek carê jî nehat bîra wan ku derheqê jinan de jî biryarekî bidin.”      ‘CENAZE NEDIHATIN DÎTIN’   Siyasetmedar Ata got ku piştî qedandina fakûlteya hiqûqê, dest bi têkoşîna mafên mirovan kiriye û ev tişt anî ziman: “Di salên 90’î de hatim binçavkirin. Di 97’an de zanîngeh qediye û di 98’an de jî min dest bi parêzeriyê kir. Di sala 1996’an de cotkarek hatibû binçavkirin û êdî tu agahî jê nehatibûn girtin. Hatibû îşkencekirin û li Cizîrê de di goreke komî hatibû veşartin. Me xwe gihand malbatê, li Midûriyeta Emniyetê ya Amedê teşhîs hate kirin lê cenaze li holê nebû. Cih, vekirî nehatibû destnîşankirin. Zeviya mirinê. Yek du gor hatin vekirin. Aliyekî hevpar ê hemû cenazeyan hebû ku ew jî tenê guleyek li serê tevekan hatibû xistin. Bi dosyayên di destê xwe de me xwe gihand 6 malbatên cuda. Lê cenaze nehatin dîtin. Cenazeyên hatine parçekirin û avêtin bîran. Heta salên 2000’î jî cenaze nedihatin dîtin.”    ALTERNATÎFA PERGALÊ   Ata, da zanîn ku ji ber kampanyaya “Ez, xwedî li rêbertî û xaka xwe derdikevim” jî derheqê wê de doz hatiye vekirin û wiha got: “Ez, xwedî li aştiyê derdikevim. Heke aştî nebe, mirov nikare têkoşîna li dijî tundiya ser jinan jî bimeşîne. Di kampanyaya xwe de jî me ev bang li rêveberên Tirkiyeyê dikir. Jinên kurd, pêkhateyeke tevgera jinên Tirkiyeyê ne. Lê rastiyeke me ya cuda heye. Dema em li pey azadiya xwe diçin, her wiha didin pey şopa tiştên dem û cihên cuda qewimîn jî. Têkiliyên serdestan dişibin hev. Serdestiya zilaman, em weke pergalekî pênase dikin. Ji bo têkoşîna li dijî vê, ji ewil divê mirov vê rastiyê nas bike. Em, ji bo afirandina alternatîfeke li dijî pergalê têdikoşîn.”    Bi domdarî jî Ata ev tişt anî ziman: “Weke jin û mêran, em bi hev re di nava vê pergalê de dijîn. Guherandin û veguherandina xwe û civakê, berpirsyariya me ye. Jinan, di salên 90’î de li ser bingeha vê rastiyê lêpirsiya. Jina kurd dît ku ji ber kurdbûna xwe rastî kedxwariyê tê, ji ber zayenda xwe jî bindest e. Ev serdema ku bi hişmendiya wekhevî û azadiyê teşegirtî, têkoşîn û lêgerîna bîrdoziyê ya tevgera jina kurd jî derxist holê.”    Şandeya dadgehê, saetek navber da danişînê.