Malbatên Girtiyan: Şandeyên serbixwe bişînin girtîgehan 2022-03-03 14:06:40 AMED - Malbatên girtiyan îro Nobeda Edaletê li ber Dadgeha Amedê domandin û xwestin şandeyên serbixwe biçin girtîgehan lêkolînê bikin.    Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin a li Baroya Amedê dabûn destpêkirin, di roja 108’emîn de berdewam kir. Malbat îro li ber Dadgeha Amedê nobed girtin û daxuyanî dan.    Rêveberên MED TUHAD-FED’ê, OHD’ê beşdarî danişînê bûn. beşdariya endamên Komeleya Jinan a Rosayê ji aliyê polîsan ve hat astengkirin.    ‘EM VÊ ZILMÊ QEBÛL NAKIN’    Xwişka girtiyê nexweş Reşahat Ada di çalakiyê de axivî û destnîşan kir ku ew dixwazin tavilê zextên li ser girtiyan bi dawî bibin û wiha got: “Em naxwazin cenazeyên zarokên me ji hepsan derkevin. Em naxwazin cezayê girtiyên 28-30 sal in girtî ne were taloqkirin. Em aştî, mirovatî û wekheviyê dixwazin. Bila hemû partiyên siyasî li ba me bin. Zext û tundiyê bi dawî bikin. Em vê zilmê qebûl nakin. Kezeba me dişewite. Êdî bes e. Dê û bavê wan û birayên wan mirin lê wan nedîtin. Girtiyên me berdin. Em ê ji bo girtiyên xwe biçin her cihî. Em heq û edaletê dixwazin.”    BANGA ŞANDEYA SERBIXWE    Xwişka girtiyê nexweş Încî Guler jî diyar kir ku 108 roj in “edaletê” daxwaz dikin û got: “Qanûnên xwe bicih bînin. Bi salan e em li benda bav, bira, xwişk û dayikên xwe ne ku bên berdan. Em li pişt doza wan in. Heta qanûn bicih bên em ê li qadan bin. Em ê li her cihî bin. Em dixwazin şandeyên serbixwe bişînin girtîgehan û lêkolînê bikin. Bila biçin qawîşan lêkolîn bikin.”    Dayika girtiyê nexweş Nazîme Boltan da zanîn ku tenê daxwaziya wan “edalet” e û got: “Zarokên me li ber mirinê ne. Em heqê zarokên xwe diparêzin. Zarokên me nexweş in û em dixwazin bên tedawîkirin. 5 sal in min kurê xwe nedîtiye. Ka heq û edalet? Biwîjdan tevbigerin.”    Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.