Li Amedê fûara înşatê hat vekirin 2022-03-03 16:02:46   AMED - Li Amedê 10'emîn Fûara Înşatê ya Mezopotamyayê hat vekirin û gelek karsaz beşdar bûn.    Bi pêşengiya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO), 10'emîn Fûara Înşatê ya Mezopotamyayê li Navenda Fûara Navnetewî û Kongreyê ya Mezopotamyayê hat vekirin. Gelek kersazên Amedê, karsazên ji Hewlêrê, Silêmaniyê û gelek bajarên din hatibûn beşdarî vekirina Fûarê bûn. Di destpekê de Serokê Rêveberiya ALZ Grubê Cîhat Alagoz axivî. Alagoz da zanîn ku ê îsal 10’emîn Fûara Înşatê li dar dixin û bi vê fûarê re dê dest bi heyama nû ya înşatan bikin.    Seroka Borsaya Bazirganan a Amedê Engîn Yeşîl û Serokê DTSO'yê Mehmet Kaya jî axivî û behsa girîngiya fûarê kir.    Piştî axaftinan bi merasîmekê beşdaran kurdeleya vekirinê birî û li hundirê fûarê geriyan. Fûar dê heta 6'ê adarê berdewam bike.