Li Cizîrê 5 kes hatin berdan 2022-03-04 15:02:37   ŞIRNEX - Li Cizîrê 5 kesên ku hatibûn binçavkirin bi şertê kontrola edlî hatin berdan.   Li naveçeya Cizîrê ya Şirnexê duh polîsan bi ser gelek malan de girtibûn û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Songul Kuçuk, Naîm Înedî û welatiyê 75 salî yê bi navê Hasan Malgaz, Asya Arslan û welatiyê ku navê wî nehat zanîn hatibûn binçav kiribûn. Her 5 kes îro piştî îfadeyê wan ên li Midûriyeta Polîsan sewqî edliyeyê kirin. Piştî îfadeyê wan ê dozgeriyê bi daxwaza şertê kontrola edlî sewqî dadgehê hatin kirin. Dadgehê jî bi heman daxwazê 5 kes serbest berdan.