Jin li qadan in: Tecrîdê rakin û girtiyên nexweş berdin 2022-03-04 17:00:08 NAVENDA NÛÇEYAN - Jinan li gelek bajaran çalakî û şahiyên 8'ê Adarê li dar xistin. Di çalakiyan de hat gotin ku dê berxwedana jinên kurd dê tecrîdê û tundiyê rake.    Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Jinan a HDP'ê û rêxistinên jinan di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li gelek bajaran şahî û çalakî li dar xistin. Ji jinên girtî re kart hatin şandin û hat xwestin ku jinên girtî û tevahiya girtiyên nexweş tavilê werin berdan. Jinan destnîşan kir ku dê berxwedana jinan tecrîdê û tundiyê ji holê rake.    AMED    Navenda Jinwarê ya Şeraderiya Çinare li navçeyê tekildarî 8'e Adarê Roja Jinan a Cihanê li avahiya navendê bernameya hevdîtina jinan li dar xist. Hevseroka Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Navçeya Çinarê Emîne Acar, Hevseroka Rêxistina Partiya Demokratik a Gelan (HDP) a Navçeya Çinarê Meral Duzun, Hevşaredara Çinarê Salîme Fîdan û gelek jinên navçeyê beşdarî hevdîtinê bûn. Li avahiyê pankarta "Jin Jîyan Azadî", "8'e Adarê pîroz be" hatin daliqandin.    Jin li ber avahiyê kombûn. Li ber stranan govend gerandin û pişt re derbasî avahiyê bûn. Hevşaredar Salimê Fîdan di bernameyê de axaftinek kurt kir û bal kişand ser girîngiya 8'ê Adarê û vê rojê li hemû jinan pîroz kirin. Fîdan rakirina parêzbendiya Parlamentera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel şermezar kir.    Piştî axaftina Fîdan li stranan hat guhdarkirin û jinan bi hev re sohbet kirin û dîlan girtin. Jinwarê qerenfîl li jinên beşdar belav kirin.    ŞIRNEX   Meclîsa Jinan a HDP'ê û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) li Şirnex û navçeyên wê Hezex, Qileban, Elkê û Cizîrê di çarçoveya pîrozbahiya 8'ê Adarê de ji jinên girtî kart şandin.    ANTALYA    Platforma Jinan a Antalyayê di çarçoveya 8'ê Adarê de li ber Postexaneya Gulluk li hev civiyan û ji jinên girtî re kartên piştevaniyê şandin. Munîre Înal li ser navê jinan li ber Postexaneyê daxuyanî da û bal kişand ser rewşa jinên girtî û xwest ku demildest dawî li tecrîdê were anîn. Înal bang li jinên Antalyayê kir ku roja 6'ê adarê beşdarî hevdîtina wan a li Parka Aydin Kansa bibin.    WAN   Meclîsa Jinan a HDP'ê û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) li navçeya Erdîşê bi wesîleya 8'ê Adarê li eywanek dawetê ya li navçeyê hevdîtina jinan li dar xist. Parlamentera HDP'ê Muazzez Orhan û bi sedan jin beşdarî çalakiyê bûn. Jin bi cilên xwe yên netewî tevli bernameyê bûn li ber stranan govend gerandin. Jinan dirûşma "Jin jiyan azadî" berz kirin. Hevşaredara Erdîşê Dîba Keskîn ya serdema berê ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin destnîşan kir ku jinên kurd li her deverê li qadan li ber xwe didin.    BANGA MITÎNGÊ    Hevşaredara Erdîşê Yildiz Çetîn ya vê serdemê ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin jî got ew ê li dijî zîhniyeta mêrane têkoşîna xwe mezin bikin û gazî jinan kir ku beşdarî Mitînga 8'ê Adarê ya li navenda Wanê bibin.    JINÊN KURD LI BER XWE DIDIN    Parlamenter Muazzez Orhan jî diyar kir ku jin xwedî li nasname û hebûna xwe derdikevin û wê jinên kurd her dê li ber xwe bidin.    Hevdîtin li ber stranan û govendê bi dawî bû.   MÊRSÎN    Meclîsa Jinan a HDP'ê û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) li Mêrsînê di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de li navçeya Tarûsê serdana jinên karker ên çandiniyê dikin kir. Jinên karker jinên TJA'yî û HDP'ê bi tîlîlî û çepikan pêşwazî kirin. Di serdanê de bal kişandin ser têkoşîna jinan û serdan bi gerandina govendê bi dawî bû.