Li Efrînê di 2 mehên dawî de 120 kes hatine revandin 2022-03-05 09:20:08 EFRÎN - Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo, diyar kir ku li Efrîna ku di bin kontrola Tirkiyeyê de ye, di nava 2 mehan de herî kêm 120 kes hatine revandin û heya niha li bajêr 8 hezar kes ji aliyê çeteyan fîdyexwaz hatine revandin.  Li Kantona Efrînê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku Tirkiyeyê di 20'ê Çileya 2018'an de ew dagir kir, binpêkirinên mafan û sûcên giran ên li hemberî mirovahiyê bênavber didomin. Heya niha li bajêr gelek goristan hatine xerakirin, jin hatine revandin, bi hezaran darên zeytûnan hatine birîn, demografî hatiye guherandin, li şûna tabelayên kurdî tabelayên bi tirkî hatine daliqandin û ji 18'ê Adara 2018'an heya niha bi hezaran mirov hatine revandin.    Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo, sûcên li hemberî mirovahiyê yên li Efrînê tên kirin ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxandin.      450 HEZAR TIRKMEN HATIN BICIHKIRIN   Şêxo, bibîr xist ku Tirkiye di 20'ê Çileya 2018'an de tevî 20 hezar çeteyên Sûriyeyê û gelek balafiran êriş aniye ser Efrînê û got: "Piştî parastineke 58 rojan, gelê Efrînê ji Efrînê hat derxistin."    Şêxo, destnîşan kir ku li Efrînê ku di 18'ê Adara 2018'an de bi destûra Rûsyayê ket bin kontrola Tirkiyeyê û komên paramîlîter, li hemberî efrîniyan, gelek zext û zorî hatine kirin û ji ber vê gelek kes ji bêgavî koç kirine. Şêxo got: "300 hezar mirovên me ji bêgavî koç kirin. Li şûna kurdan û xwecihên Efrînê 450 hezar tirkmen, ereb û filîstînî anîn li vira bi cih kirin. Rêjeya xwecihên Efrînê li dor ji sedî 95 bû, lê piştî vê dagirkirinê daket jis edî 25'an. Kuştin, revandin û komkujiyên wan li ber çavan e. Heya niha di ser 700'î re mirov hatine kuştin. Di nav vana de jin û zarok jî hene. 590 kes jî bi awayekî dijwar hatin îşkencekirin û ew birin xistin girtîgehên Tirkiyeyê. Ji ber zilma çeteyan, 80 jin xwe kuştin. Li hemberî bêehlaqîtiyê ji bêgavî dawî li jiyana xwe anîn. Dest dirêjî 70 heb jin hat kirin. Gelek jê jî bi zorê zewicandin. Ên birîndar pir bûn. Ên destên wan çûn, ên çavên wan. Rojên pir zor û zehmet derbas kirin."    '28 GORISTAN HATIN XERAKIRIN'   Şêxo, diyar kir ku 28 goristan jî hatine xerakirin û got: "Ji ber ku li ser goran sembolên kurdî hebûn xera kirin an jî ji bo diziya tirbeyan bikin ew xera kirin."    400 HEZAR DARÊN ZEYTÛNAN BIRÎNE   Şêxo, destnîşan kir ku li herêmê qetilkirina xwezayê jî diome û heya niha li herêmê 400 hezar darên zeytûnan hatine birîn. Şêxo, bilêv kir ku bi sedhezaran hektar erd hatine şewitandin û got: "Darên li navçeya Cindiresê û yên li navçeya Şiyê û yên li Çiyayê Hawarê hatin birîn. Li nav Efrînê jî dar hatin birîn. 17 hezar darên zeytûnan hatin şewitandin, 20 hezar dar jî ji kokê de hatin rakirin."    Şêxo got: "Di sala 2018'an de rûnê zeytûnên Efrînê hat dizîn. Qezenceke wê ya pir mezin hebû. Ev di çapemeniya Tirk de jî hat ragihandin. Hinceta vê jî yanî wekî bibêjin 'Me ew der ji PKK xalî kir. Ev j bedêla wê ye. Mafê me yê herî xwezayî ye û me wergirt.' Înkar nekirin. Bedêla mesrefa operasyonê, rûn wergirtin."    Şêxo, da zanîn ku Tirkiyeyê di sala 2018'an de 70 ton, di sala 2019'an de 50 ton û di sala 2020'î de jî 90 ton zeyt diziye û zeytûnên hatine dizîn jî li Spanyayê firotine û jixwe Odeya Bazirganiyê ya Antalyayê di sala 2020'an de ragihandibû ku dê 100 hezar ton zeyt bibin Amerîkayê û bifiroşin.    NETEHEMULKIRINA KURDÎ!   Şêxo, destnîşan kir ku li Efrînê bişavtina li hemberî kurdî jî bênavber didome û got: "Li navenda Efrînê posterê serokkomarê tirk hat daliqandin. Li her derî alayên tirk hatin daliqandin. Li ser dikanên gel nivîsên tirkî hatin nivîsandin. Li bazaran axaftina bi tirkî, vekirina dibistanên tirkî û qedexekirina kurdî heye. 65 mamosteyên kurd ji peywirê hatin girtin. Navê 3 gundên navçeya Bilbilê hatin guherandin. Navê gundê Kestalê, Hez-el Muxdat û Gurzelê Çiya guherandin, navê tirkî li wan kirin. Navê kuçe û qadên Efrînê jî guherandin. Navê Ataturk li wan kirin. Navê NEwrozê rakirin. Navê Qada Selahaddîn rakirin. Di çaçroveya demografiyê de êrişeke pir dorfireh heye."    8 HEZAR KES HATIN REVANDIN   Şêxo, têkildarî revandina mirovan de jî diyar kir ku ji sala 2018'an heya sala 2022'yan herî kêm 8 hezar kes hatine revandin. Şêxo, da zanîn ku di 2 mehên ewil ên sala 2022'yan de jî herî kêm 120 mirov hatine revandin û got: "Ên hatine revandin di girtîgehên li Efrîn Û Ezazê de tên ragirtin. Wekî hincet jî diyar kirine ku ev kes girêdayî rêvebiriya xweser in. Fidyeyê ji malbatên van kesan dixwazin."    BANGAWAZÎ   Şêxo, di dawiya axaftina xwe de bang li raya navneteweyî kir û got: "Em dixwazin hêzên navneteweyî pêşî li ber vê bigirin. Divê ev hovîtî bi dawî bibe û gelê Efrînê cardin vegere warê xwe. Kesên van sûcan dikin divê bên cezakirin. Divê li dadgehên navneteweyî bên darizandin."