Şerê Rûsya û Ûkraynayê: Li şûna çekan bangên diyalogê zêde dibin 2022-03-05 10:27:46 NAVENDA NÛÇEYAN – NATO di şerê Rûsyayê û Ûkraynayê de li şûna destwerdana leşkerî banga diyalogê dike û van bangan zêde kir. Meksîka daxwaza çekan a Ûkraynayê red kir. Zelenskiy got ji niha pê ve ji her mirinek pêk were dê NATO berpirsiyar be.  Şerê Rûsyayê û Ûkraynayê di roja 10’emîn de berdewam dike. Artêşa Rûsyayê bajar bi bajar li Ûkraynayê bi pêş ve diçe. Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dide her kêlî zêde dibe. Hejmara kesên koçber bûne jî ji milyonekî bihûrî. Welatên Ewropayê cezayên nû dide Rûsyayê û li aliyê din ve jî çekan ji Ûkraynayê re dişîne. Amerîka, Yekîtiya Ewropayê û NATO li şûna piştevaniya çekan bangên diyalogê dike. Van bangên xwe zêdetir kirin. Dewleta Meksîkayê daxwaza Ûkraynayê ya çekan red kir û xwest alîkariya mirovî bişîne.    Geşedanên derbarê şerê Rûsya û Ûkraynayê kêlî bi kêlî wiha ne:   14.08 ÛKRAYNA: NATO SERÊ XWE LI BER RÛSYAYÊ TEWANDIYE    Wezîrê Karên Derve yê Ûkraynayê Dmitro Kuleba NATO’yê sûcdar kir û got tifaqa NATO’yê li ber Rûsyayê serê xwe ditewîne û NATO tu hêz nade Ûkraynayê.    13.35 GAZPROM: GAZA BO EWROPAYÊ DIDOME    Şîrketa enerjiyê ya Gazprom a Rûsyayê diyar kir ku tedarika gazê ya bo Ewropayê di heman astê de didome.    13.19 KREMLIN: AMERÎKA Û EWROPA NIKARE RÛSYAYÊ ÎZOLE BIKE    Berdevkê Kremlinê Dmitri Peskov daxuyanî da rojnamevanan û got: "Amerîka û Yekîtiya Ewropayê nikare Rûsyayê îzole bike."    11.56 JI SEDÎ 90'Ê VOLNOVAKHA XESAR DÎTIYE    Endamê Parlamentoya Ûkraynayê Dmitro Lubinets diyar kir ku ji sedî 90'ê bajarê Volnovakha ji ber bombebarana Rûsyayê xesar dîtiye û li kuçeyan cenaze hene.    11.49 RÛSYA Û BELARÛSÊ ENDAMTIYA HIN WELATAN BETAL KIR    Rûsya û Belarûs ku piştî hilweşandina Yekîtiya Sovyetê ku di sala 1992'yan de Konseya Dewletên Deryaya Baltikê (CBSS) ava kiribû, endamtiya hin welatan betal kir. Welatên endamtîya wan hatine betalkirin wiha ne: Danîmarka, Estonya, Finlandiya, Elmanya, Îzlanda, Letonya, Litvanya, Norveç, Polonya û Swêd.    11.10 WEZÎRÊ KARÊN DERVE YÊ AMERÎKA LI POLONYAYÊ YE    Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken ji ber krîza li Ûkraynayê piştî serdanên li Brûkselê berê xwe da Polonyayê. Li gorî daxuyaniya ji Qesra Spî hat belavkirin, Cîgira Serokê Amerîkayê Kamala Harris dê di 9-11'ê adarê de serdana Varşova û Budapeşte bike. Serokê Amerîkayê Joe Biden jî duh bi Serokkomarê Polonyayê Andrzej Duda re bi telefonê axivîbû.    09.38 LI DU BAJARAN AGIRBESTA DEMKΠ   Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku wê saet ji 10.00’an pê ve (bi saeta Moskovê) bi armanca ku sivîl ji bajarên Mariupol û Volnovaha dikarin derkevin dê agirbestek demkî bisepînin.    08.12 MEDYA ROJAVAYÎ XEBATÊN XWE LI RÛSYAYÊ DA SEKINANDIN    Saziyêk mezin ên nûçeyan wek BBC, CNN Âu Bloomberg ragihandin ji ber erêkirina qanûna nû ya ku Putin îmze kiriye xebatên wan hatine rawestandin. The Washington Post jî daxuyand bi hêceta ewlehiyê dê îmzeyên nûçegihanên xwe Rûsyayê nenivîsîne.    07.45 MARİUPOL ŞEHRİ ‘BLOKE EDİLDİ’    Serokê Şaredariya Mariupolê got Rûsyayê bajarê wan bloke kiriye yanî di warê jiyanê de perîşan bûne û xwest bila agirbest were ragihandin û alîkarî ji bajarê wan re bê şandin.    04.10 LI ŞÛNA ÇEKAN ALÎKARIYA MIROVΠ   Meksîka bersiva neyînî da daxwaza çekan a Ûkraynayê û ragihand ku ew tenê dikarin alîkariya mirovî bikin.    02.55 TUNUSÊ BANGA DIYALOGÊ KIR    Wezîrê Karên Derve yê Tunusê Osman el-Cerendi diyar kir ku krîza li Ûkraynayê pêk tê tenê bi rêya diyalog û muzakereyan dikare  were çareserkirin.    00.30 ZELENSKIY BERTEK NÎŞANÎ NATO’YÊ DA    Serokê Dewleta Ûkraynayê Zelenskiy ji ber ku NATO’yê “herêma qedexeya firînan” negirtiye rexne lê girtin û got: “NATO dizane ku wê êrişên nû pêk werin û kes jiyana xwe ji dest bidin. NATO’yê bi zanebûn seha hewayî ya Ûkraynayê nagire. Ji îro pê ve çi pêk were kî bimire wê ji rûyê we ve pêk were.”