Ji hucreyê bang kir: Em ê nehêlin berxwedana jinan di bin siya êrişan de bimîne 2022-03-05 10:38:17 STENBOL - Resmiye Vatansever ku ji 16 salên xwe yên girtîgehê 7 salan di hucreyê de ma ye, wiha got: “Ji bo ku destkefiyên jinan mayînde bibin, hewceye derbên mayînde li pergala mêrê serdest bên xistin. Jinên li girtîgehê, baş di ferqa vê rastiyê de ne. Divê em nehêlin ku berxwedana me, di bin siya êrişên dijwar de bimîne.”   Jinên ku ji bo nasname û azadiya xwe ji tundiyê re dibêjin ‘êdî bes e’, li dijî xizanî, talankirina xwezayê û polîtîkaya kedxwariyê li ber xwe didin. Jinên ku bi vê mebestê li ber xwe didin, dibin hedefa êrişên mêr-dewlet û darazê. Li dijî van êrişan, jin hemû qadên jiyanê vediguherînin qadên berxwedan û têkoşînê. Yek ji qadên ku têkoşîna jinan bênavber lê didome jî girtîgeh in. Jinên ku ji ber têkoşîna nasname û azadiya xwe hatine girtin, rastî binpêkirinên giran tên û di şert û mercên tecrîdê de hatine hiştin. Lê tevî vê yekê jî berxwedana wan, sînorên girtîgehê derbas dike.    Garîbe Gezer ku li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1 a Kandirayê rastî îşkence û destdirêjiya sîstematîk dihat, bû sembola berxwedan û têkoşîna li dijî zext, tundî û destdirêjiyê. Girtiya bi navê Resmiye Vatansever (49) ku li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1 a Kandirayê dimîne, ji ajansa me re nameyek şand û di nameya xwe de qala têkoşîna jinan kir û peyama 8’ê Adarê da.    7 SALAN DI HUCREYÊ DE MA   Resmiye Vatansever, di 16’ê gulana 2006’an de hate girtin, cezayê muebbeta giran lê hate birîn û ev 16 sal in di girtîgehê de ye. Di dema girtina xwe de 3 caran hate sirgûnkirin û li 5 girtîgehên cuda ma ye. Her wiha di van 7 salên dawî de jî di hucreyeke yekkesî de tê ragirtin.    MAFÊ DARIZANDINA ADILANE    Vatansever, da zanîn ku di dema binçavkirinê de gelek caran rastî binpêkirinan hatiye û heman binpêkirin li girtîgehê jî berdewam kirine. Vatansever dibêje ku binpêkirina herî mezin jî binpêkirina “mafê darizandina adilane” ye û wiha domand: “Di encama vê darizandinê de cezayekî nehiqûqî dane min. Li ser vê yekê parêzerên min îtîraz kir û serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dan. DMME’yê jî biryara ‘binpêkirina mafan’ da. Gelek caran rastî îşkenceya lêgerîna tazî hatim. Êrişên fîzîkî û psîkolojîk li min hatin kirin. Sînoreke diyar ê cezayê muebbeta giran nîne lewma jî rêbazekî îşkenceyê ye. Bi rêbazekî îşkenceyê ya xweser re rû bi rû mam.”    JIN, TIRSA DILÊ DESTHILATDARIYÊ NE    Di berdewamê de Vatansever diyar kir ku di demên berê de jin yek bi yek di jiyana polîtîk de cih digirtin lê belê piştî salên 2000’ê, êdî bi girseyî beşdar bûne û wiha pê de çû: “Vê jî bandor li eniya jinan û civakê kir. Bi taybet jî bi têkoşîna azadiyê ya jinên kurd re têkoşîna jinan mezintir bû û bandoreke mezin kir. Êdî tekane tirsa desthilatdariyê, jin in. Lê tevahiya êrişan rastiyekî nîşanî me dide, ji bo vegotina jiyana li girtîgehan bên destnîşankirin. Hewl didin jinan weke mexdûr û objeya şer bibînin. Lê jin ne bi mexdûriyetên xwe, weke kirdeyên ku paşdegav bi desthilatdariya mêr didin avêtin pêş dikevin. Ji bo veşartina vê rastiyê, dewleta mêr hewl dide vê rastiyê veşêre lê hêza wê bi têrî vê nake.”    DERBEKÎ MAYÎNDE LI SERDESTIYÊ XISTIN    Vatansever, anî ziman ku divê jinên polîtîk bi seknekî rêxistinkirî û topyekûn bersiva van êrişan bide û wiha axivî: “Nexwe dê destkeftiyên jinan ên li girtîgehan nekare li hemberî faşîzmê mayînde bibin. Ji bo ku destkeftiyên jinan mayînde bibin, hewceye derbên giran û mayînde li pergala mêrê serdest bên xistin. Li gorî min, jinên li girtîgehê baş di ferqa vê rastiyê de ne. Divê em nehêlin berxwedana me di bin siya êrişên ku me diêşînin û bihêrs dikin de bimînin.”    JI HUNDIR BER BI DERVE   Bi domdarî Vatansever diyar kir ku jiyana komunal ku utopyayan dixemîlîne, herî baş li girtîgehan ji hêla jinan ve tê avakirin û wiha got: “Di vê cîhana ku bi biryarên hemû kesî tê avakirin de her derfet û çavkaniyek bi rengekî hevpar tên parvekirin. Ji me her yêk, pêdiviya xwe ya perwerdeyê ji yên din pêşwazî dike. Em hînî siyaset, huner, wêje û zanistê dibin. Alternatîfa xwe ya li dijî pergala çînîtî, zayendperest û cûrperest, em ber bi derve berfireh dikin. Ev jî bandoreke mezin li derve dike. Ji bo şikandina vîna jinan, desthilatdarî li girtîgehan pêdivî bi çêkirina ‘çîrokên hovane’ dibîne. Tiştên ku em niha dijîn, encama bêçaretiya desthilatdariyê ye. Barê giran ê pêvajoyên zehmet, her tim li ser milê jinan e. Ev jî nîşanî me dide ku şoreşên roja me, şoreşên jinê ne û dijmin jî baş bi vê rastiyê dizane.”    TÊKOŞÎNA YEKBÛYÎ YA JINAN   Nameya Resmiye Vatansever wiha berdewam kir: “Di qada demokratîk de jin hêviyê mezin dikin. Di demên dawî de li dijî saziyên jinan û siyasetmedarên jin êriş zêde dibin lê dîsa jî hêza wan xurtir dibe. Lê derbên ku li tecrûbeyên jinên ku dê vê pêvajoyê bigirin ser milê xwe hatine xistin, bi xwe re hinek talûke anîn. Tevgera jinan ku hewl dide bi awayekî herî berfireh mezintir bibe, talûke heye ku li dijî êrişên faşîst parçe bibe. Weke ku tê zanîn, ji aliyekî ve di nava sînorên nava pergalê de dimîne. Lewma jî ji bo ku ev parçebûne di asteke herî kêm de çêbibe û bikare jinan li dora armancên cuda bîne ba hev, divê têkoşîna yekbûyî ya jinan vê mijarê hîn baştir bigire dest.    JEHRKUJA ŞER   Her wiha me dît ku jehrkuja hemû şerên qirêjî yên li cîhanê û bi taybet jî yên li Rojhilata Navîn, têkoşîna azadiyê ya jinan e. Her devera dinyayê niha bi xwînê hatiye şûştin û li gorî min hewceye jinên li vê erdnîgariyê dijîn, divê tecrûbeyên xwe yên şer û aştiyê li deverên din ên cîhanê re jî parve bikin. Hêzên emperyal piştî şerê li Rojhilata Navîn derxistî, niha jî şer li Balkan, Ûkrayna û li erdnîgariya Kafkasan daye destpêkirin. Bi ya min girînge ku jin, xwe bigihînin jinên li van deveran û bicivin. Rewşa aborî û civakî ya herêmên navborî, vê hevdîtinê hîn hêsantir dike. Tiştekî girînge ku li dijî şerên emperyalîzmê, li dijî faşîzma ku pêl bi pêl mezin dibe û li dijî xizaniyê, jinên vê erdnîgariyê stratejiya rizgariyê pêş bixin û têkoşîna gelan mezintir bikin. Hêviya min ew e ku tecrûbe û coşa berxwedana me bigihije hemû jinên li erdnîgariyên şer lê heye û bibe dirûşma têkoşîna jinan.   HÊRSA ME BÛ YEK    Jiyan, têkoşîn û êrişên li dijî Garîbe Gezer, ji gelek aliyan ve bû sembol. Ew, jineke kurd bû ku di nava malbateke kurd a berxwedêr de ji dayik bûbû. Êrişên li dijî wê û malbata wê hatine kirin, mirov dikare weke êrişên li dijî gelê kurd û jinên kurd pênase bike. Lewma jî peyamên hatine dayîn, gihiştin cihê xwe. Lê peyama gihiştiye derve, ne peyama ku kesên ew ber bi mirinê ve dixwestin bû. Di şexsê Garîbeyê de em tevek kurd bûn, jin bûn û em tevek li zindanên faşîzmê girtî bûn. Ev qas canê me êşiya. Lê me tevekan jî fêm kir ku divê em hesabê bipirsin û hevgirtina me xurtir bû. Hêrsa me bû yek û me got; ‘Divê ji vir û şûnde tu jin li hemberî tacîz û destdirêjiyê bi tenê nemîne.’  Divê bi tenê nemîne da ku ne bi mirina xwe lê di jiyana xwe de hesabê ji van tecawizkaran bipirse. Heke ji bo vegotina Garîbeyê derfetên me baştir bûna, dibe ku wê demê encam cuda bûya. Tiştên ku li ser navê xwe min ji nekarîbûn ji Garîbeyê re bibêjim, dê ji rêhevaleka xwe ya din a jin re vebêjim. Têkoşîna min êdî dê bi berpirsyartiya ku divê bo Garîbeyê jî bidim dê bidome. Garîbe dê bi hêviyên xwe û bi tiştên li jiyanê zêdekirin re di jiyana me de jî bidome.    PEYAMA 8’Ê ADARÊ   Li şûna ku peyama xwe ya 8’ê Adarê di hucreyê de bidim, min gelek dixwest ku dakevim qadan, mil bidim milê jinan û dirûşman berz bikim. Di cîhana me de her tiştên bi serê me tên wekî hev in. Em, xwedî dîrok û pêşerojeke hevpar in. Li gorî min ev mejî, di hemû jinan de mîna hev heye. Lê bes bila vê rastiyê bibînin, xwe ji zincirên xwe xelas bikin û bikevin nava tevgerê. Îsal jî dê li qadan gelek rêhevalên me yên nû hebin. Ji dil û can, yek bi yek dilê her yek ji wan maç dikim. Bo wan serkeftinê dixwazim.”    MA / Esra Solîn Dal