KESK'ê li Amedê xwest xala 35’emîn û sepanên OHAL’e werin rakirin 2022-03-05 14:35:32   AMED - Platforma Şaxan ên KESK'a Amedê xwest xala 35’emîn û sepanên OHAL’ê werin rakirin û endamên wan ên hatine îxrackirin vegerin karê xwe.    Platforma Şaxan ên Konfederasyona Sendîkayên  Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Amedê ji bo ku endamên wan ên bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê (KHK) ji kar hatine derxistin da ku vegerin karê xwe û xala 35’emîn bê rakirin û dawî li sepanên OHAL’ê bê anîn, li Parka Xezalê ya li semta Ofîsa Amedê daxuyanî da. Gelek endamên KESK'ê beşdarî daxuyaniyê bûn û pankarta “KHK wê rabin, em ê bimînin" vekirin û dirûşma “Bijî berxwedana kedkaran” berz kirin.    'XWE DEWLEMEND DIKIN GEL FEQÎR DIKIN'    Serokê Şaxa YapıYol-Senê Şîraç Çelîk daxuyanî xwend û anî ziman ku Tirkiyê di demek tarî de derbas dibe û sedema vê tarîtiyê jî desthilata AKP’ê ye. Çelîk destnişan kir ku desthilata AKP demokrasî û hûqûk ji holê rakiriyê û polîtikayên desthilata AKP rexne kir û got: “Desthilata AKP'ê, MHP'ê  jî girt cem xwe û demokrasî binpê kirin. Desthilatdarî ji bo berjwendiyên xwe desthilata xwe mezin dike û gel jî feqîr dike."    ‘EM DEST JI TÊKOŞÎNA XWE BERNEDIN'    Çelîk destnîşan kir ku desthilatê di şevêkê de KHK derxistinê û bi hezaran kes bêkar hiştin û wiha got: “Bi KHK'yan hatin weşandin bi sedan komele hatin girtin. Rojname hatin girtin. Bi hezaran kes ket girtîgehan. Wek fermî dibe ku OHAL hat rakirin lê belê bi marîfeta pergala serokomariyê biryarnameyên hûkmên qanûnê û qanûnên torbe OHAL dewam dike. Destkeftiyên gel tên talankirin. Niha jî bi madeya derbasdar a 35’emîn a KHK’ê bi hejmara 375'an bi awayekî kêfî ji kar derxistin didomin. Polîtikayên we em netirsandin, em ê paş ve jî gavê neavêjin. Em ê polîtîkayên we yên qirêj eşkere bikin û dest ji têkoşîna xwe bernadin.”   Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.