ÎHD’ê bi boneya 8’ê Adarê bal kişand ser rewşa jinên girtî yên nexweş 2022-03-05 15:59:16 STENBOL - Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’a Stenbolê bi wesîleya hefteya 8’ê Adarê bal kişand ser rewşa girtiyên jin ên neweş.    Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê, ji bo ku balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 519’emîn de çalakiya “Rûniştina F” li dar xist. Komîsyonê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyên jin ên nexweş. Çalakî li ber avahiya ÎHD’ê hat lidarxistin û pankarta “Bila girtiyên nexweş werin berdan” hat vekirin û endamên ÎHD’ê û gelek jin tevli beşdar bûn.    TÊKOŞÎNA JINAN MEZIN DIBE    Endama Komîsyonê Meral Nergîz Şahîn daxuyanî xwend û anî ziman ku li seranserî cihanê li Tirkiyê jî jin li her qadê li hember pergala serdest a zilaman sekna xwe nîşan didin. Şahîn da zanîn ku jin têkoşîna xwe ya ji bo jiyanek azad û wekhev didomînin û got: “Jin li her deverê li dijî tundî û kuştinan têkoşîna xwe mezintir dikin.”    8'Ê ADARÊ LI JINÊN GIRTÎ PÎROZ KIR    Şahîn diyar kir ku li girtîgehan gelek jinên nexweş hene û rewşa girtiyên nexweş li ber çavan û roj bi roj rewşa wan giran dibe. Şahîn anî ziman ku ji ber polîtîkayên tecrîdê girtiyên nexweş nayên dermankirin û berdan û got ew 8’ê Adarê li hemû jinên girtî yên nexweş pîroz dikin û xwest tavilê werin berdan.    NAV Û NEXWEŞÎYÊN GIRTÎYÊ NEXWEŞ RÊZ KIRIN   Şahîn bal kişand ser rewşa 35 jinên girtî yên nexweş ku li girtîgehên Herêma Marmarayê girtî ne û navê wan û nexweşînên wan rêz kir.   Navên girtiyan û nexweşînên wan wiha ne:    GÎRTÎGEHA BAKIRKOYÊ   * Dîlek Oz: Nexweşiya dil, astim, tansîyonê zêde  * Elîf Yaş: Nexweşiya dil  * Fatma Tokmak: Nexweşiya  dil û tansiyonê zêde  * Hazîne Alçi: Di çok û ranên wê de platîn heye û bi fizikî astengdar e  * Jiyan Erdînç: Di lingê wê de platîn heye, li ser gopalan bi rê ve diçe û nikare xwe li ser pêya bigire  * Ozge Ozbek: Di mêjiyê wê de ûr heye û hatiye emeliyatkirin û dermankirina wê didome.  * Sureyya Bulut: Nexweşiya Wernicke Korsakoff pê re heye û ji ber ku di mêjiyê wê de perçeyên şarapnelê hene tenduristiya wê di xetereyê de ye. *Şûkran Avşar, nexweşê Şizofrenê lê hatiya zanîn û rewşa wê xirabe. * Canşah Çelik: Nexweşiya dil, astim, fitiqa stû û piştê pê re heye * Hiyem Yolcu: Piştî greva birçîbûnê lingê wê îltîhab girtiye û birîn hene û nirxên xwîna wê kêm.   GÎRTÎGEHA KOCAELIYÊ   * Ayfer Ayçîçek: Pisgirêkên giran yê ruhî pê re peyda bûne û teşhîsa şîzofreniyê lê hatiye danîn. * Fadîme Coşar: Penceşêriya malzarokê. * Gulistan Abdo: Di pişta wê de kîs heye û lingê wê hatiye jêkirin.  * Guneş Tekîn: Di pişika wê, pişta wê de parçeyên şarapnalê hene û nayê dermankirin.  * Havva Ak: Penceşêra pêsîrê  * Mesude Pehlîvan: Penceşêra malzarokê û mîdeyê.  * Mizgîn Aydin: Penceşêra pêsîrê. * Nazîme Avraz: Nexweşiya dil û şekir.  * Remziye Baloglu: Kronîk Behçet û osteoporoz (helandina hestiyan).  * Ruhşan Bozan: Nexweşiya şekir, Kronik Behçet, osteoporoz û çerm.   * Îpek Cîgretaş: Tansiyon û dil. * Zelîha Bulut: Nexweşiya alerjî, astim û bi nexweşiyên jinan re rûbirû maye.   GIRTÎGEHA KANDIRAYÊ YA JIMARA 1’AN A TÎPA F’YÊ    * Aysel Tugluk: Nexweşiya demansê û nikare bi tena serê xwe pêdiviyên xwe rojan pêk bîne.  * Laleş Çelîker: Di dilê wê de kombûna avê, fitiqa piştê û nexweşiya kîsikê zirav * Denîz Tepelî: Di malzaroka wê de kîs hatiye tespîtkirin û hatiye emeliyatkirin û tedawiya wê didome.    GIRTÎGEHA SÎLÎVIRIYÊ JIMARA 9’AN    * Aysu Baykal: Nexwiya gurcikan a kronîk. * Barkin Tîmtîk: Ji ber ku di malzaorka wê de kîst hene, divê bê dermankirin.  * Seval Yaprak: Nexweşiya dil. * Yasemîn Karadag: Neqilkirina gurcikê û tansiyon û osteoporoz. * Ozlem Taşdemîr: Şîzofren, Ji ber pirsgirêkan damarê wê serê tiliya piyê wê hatiye birîn û divê birêkûpêk were dermankirin.    GÎRTÎGEHA JINAN A YENÎŞEHÎRA BÛRSAYÊ   * Fatma Demîr: Penceşêra malzarokê û ba  * Saîme Avşîn: Astengdar e û li ser sendelya teker dijî.   *Zeynep Genlîoglu: Ji sedî 54 astengdar e.    GİRTÎGEHA TÎPA T’YÊ YA DUZCEYÊ:   * Aysun Şahîn: Nexweşiya dil û Multiple Skleroz * Nazli Çatpinar: Astima kronîk.    GÎRTÎGEHA EDÎRNEYÊ A JINAN    * Hêlîn Oncu: Nexweşiya pişikê û kezebê.