TMMOB û KESK’ê serdana Nobeda Edaletê kir 2022-03-05 16:12:31   WAN - Endam û rêveberên KESK’ê û TMMOB’ê serdana Nobeda Eedaletê ya Wanê kirin û destnîşan kirin ku ew li cem malbatên girtiyan in.    Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin ên li Wanê di roja 83’yemîn de Nobeda Edaletê ya li Baroya Wanê berdewam kirin. Dilşah Alkan a hevjîna Îbrahîm Alkan ê li Girtîgeha Wanê ya Tîpa F’yê girtî ye, Kazim Tîmûr ê bavê Botan Tîmûr ku li Girtîgeha Wanê ya Tîpa F’yê girtî ye û Zubeyde Abî ya hevjîna Ebedîn Abî yê 26 sal in girtî ye û niha li Girtîgeha Bunyana Kayseriyê tê ragirtin nobeda îro berdewam kirin. Îro rêveber û endamên KESK’ê û TMMOB’ê serdana malbatên girtiyan kirin û piştgiriya malbata kirin. Di serdanê de bertek nîşanî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û neheqiya li ser girtiyan dan û hat destnîşankirin ku ew li cem malbatên girtiyan in.