Ji bo jinên girtî yên nexweş banga berdanê 2022-03-05 16:29:02   ENQERE - Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî banga berdana jinên girtî yên nexweş kir û diyar kir ku li girtîgehên herêma Anatoliya Navîn 34 jinên girtî yên nexweş hene.    Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî di hefteya 391’emîn de bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş. Înîsiyatîfê vê hefteyê ji ber 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bal kişand ser rewşa jinên girtî yên nexweş. Çalakî li ber avahiya ÎHD’a Enqereyê pêk hat û pankarta “Tedawî maf e û divê neyê astengkirin, girtiyên nexweş berdin” hat vekirin. Endamên Platforma Jinan a Enqereyê beşdarî çalakiyê bûn. Hevseroka ÎHD’a Enqereyê Sevîl Turgut daxuyanî xwend.    MAFÊ TENDURISTIYÊ TÊ BINPÊKIRIN    Turgut bal kişand ser astengkirina tedawiya girtiyên nexweş û divê mafê girtiyên nexweş were parastin. Turgut da zanîn ku mafê girtiyan tên binpêkirin û yên mafê girtiyan jî binpê dikin jî bêceza tên hiştin. Turgut bal kişand ser rewşa jinên girtî yên nexweş û diyar kir ku li Girtîgeha Sîncanê 17 jinên girtî yên nexweş, li Girtîgeha Jinan a Kayseriyê 18 jinên girtî yên nexweş, li Girtîgeha Eskîşehîrê ya Tîpa T jinek girtî ya nexweş, li Girtîgeha Tokatê ya Tîpa T’yê jî di nav de li girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn herî kêm 37 jinên girtî yên nexweş hene. Turgut xwest hemû girtiyên nexweş divê tavilê werin berdan.