Kaya: Ji bo rakirina tecrîdê ji destê kê çi tê divê bike 2022-03-06 09:13:52   STENBOL - Parêzer Ummuhan Kaya, diyar kir ku rayedar bi astengkirina hevdîtinên bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re sûc dikin û got ji bo rakirina tecrîdê ji destê kê çi tê divê bike.    Buroya Hiqûqê ya Asrinê, çend roj berê rapora binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Îmralî ya Tîpa F'yê pêk tên ragihandibû. Di raporê de hatibû diyarkirin ku Girtîgeha Îmraliyê di Sibata 1999'an de ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan i taybetî hatiye avakirin û girtîgeheke yekkesî û giravê ye. Di raporê de hatibû destnîşankirin ku li Îmraliyê hiqûqa hundirîn û ya navneteweyî hatiye rawestandin.    Ji Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê Parêzer Ummuhan Kaya, binpêkirinên mafan ên li Îmraliyê nirxandin.    BÊHIQÛQÎTIYEK TAYBET   Kaya, destnîşan kir ku li Girtîgeha Îmraliyê bêhiqûqîtiyeke taybet tê pêkann û ev li tu devera cîhanê nayê dîtin. Kaya, bibîr xist ku ji ber vê bêhiqûqîtiya taybet ji 25'ê Adara 2021'ê ve xeber ji Ocalan û girtiyên din ên di Girtîgeha Îmraliyê de nayê girtin.    ‘SÛC DIKIN'   Kaya, diyar kir ku "statuyek" taybet a Girtîgeha Îmraliyê heye. Kaya, destnîşan kir ku hevdîtina bi parêzeran mafekî qanûnî ye û  astengkirina vî mafî binpêkirin e. Kaya got: "Nêzî salekê ye parêzer nikarin hevdîtinê bi Ocalan re bikin. Ji bo vê tu hinceteke fermî jî tune ye. Bi qasî ku em ji raya giştî û parêzeran pê dihesin ku biryareke hatibe teblîxkirin jî tune ye. Ev bi her awayî dijî mafên mirovan e. Demildest divê ev yek bi dawî bibe û rayedarên dibin sedema vê jî sûc dikin û saziyên xwe li bêdengiyê datînin jî dibin şirîkê vî sûcî."    REJÎMA ÎNFAZÊ YA GIRANKIRÎ   Kaya, bilêv kir ku bi rejîmele înfazê ya girankirî re rû bi rû ne û bal kişand ser rapora ku parêzerên Ocalan amade kirine. Kaya got: "Rapora Tespîtkirinê ya Îmraliyê ya 2021'ê raporeke berfireh e. Li gor min li wir tişta herî balkêş, nebersivandina serlêdanên parêzeran ên ji bo hevdîtinê ye. Ev yek, di dewletên hiqûqê de tune ye. Ji lew re gava problemek rasterast dewletê eleqedar bike hebe, bersiveke fermî mecbûrî ye. Lê serlêdanên we hemû bêbersiv dimînin. Ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Wezareta Dadê ve astengkirina vê yekê bêhiqûqîtiyeke pir mezin e û binpêkirineke mafan a pir mezin e."    Kaya, xebernegirtina ji Îmraliyê dibe cihê fikarên mezin û got: "Niha kes nizane bê li Îmraliyê çi diqewime. Lewma kes nizane bê rewşa Ocalan û girtiyên din çi ye. CPT, berê jî têkildarî Îmraliyê raporê aşkere kiribûn û di raporên xwe de bal kişandibû ser xebernegirtinê. Ev awayekî din ê îşkenceyeke mezin e."    Her wiha Kaya, anî ziman ku rêxistinên navneteweyî jî di meselaya Îmraliyê de ne zelal û bêalî ne û got: "Ev yek durîtiya wan eşkere dike."    JI DESTÊ KÊ ÇI TÊ DIVÊ BIKE   Kaya, xwest demildest tecrîda li Îmraliyê û bêhiqûqtiya tê kirin bi dawî bibe û got: "Em bang li rayedaran dikin ku demildest karê xwe bikin û bang li raya giştî dikin ku di vî warî de hesas be. Ji bo vê ji destê kê çi tê divê bike."    MA / Esra Solîn Dal