Qeraxê Gola Wanê bûye cihê rantxwarinê! 2022-03-06 09:24:45   WAN - Şaredariya Wanê ya di bin rêveberiya qeyûm de qada 66 hektar ê qeraxê Gola Wanê ji avadaniyê re vekir. Serokê Şaxa ÎMO’yê yê Wanê Mîhaîl Atîk got vekirina qeraxê golê ji bo avadaniyê, li bajêr projeya rantê ya herî mezin e.    Beşek mezin ê qeraxê Gola Wanê ji aliyê saziyên dewletê û bazirganan ve hatiye talankirin û dagirkirin. Bi planên nû yên avadaniyê ku qeyûm derdixin re her ku diçe qeraxê golê tê dagirkirin û ji xelkê re tê girtin. Di meha çileya bihûrî de ji bo qeraxê Gola Wanê biryarek nû hat girtin. Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku di bin rêveberiya qeyûm de ye li navçeya Artemêtanê bend ango qeraxê golê ku qadek ji 66 hektarî pêk tê ji avadaniyê re vekir. Li vî cihê ji avadaniyê re hat vekirin, tê xwestin bi mexseda dikan û cafe lê werin vekirin û bazarganî lê were kirin.    ‘QEYÛMA XWEZAYÊ TALAN DIKIN’    Serokê Odeya Endezyarên Înşatê (ÎMO) yê Şaxa Wanê Mîhaîl Atîk diyar kir ku vekirina qeraxê golê ji bo avadaniyê nayê qebûlkirin û li Wanê yek ji projeyên mezintrîn a rantê ye. Atîk got wê vekirina qeraxê golê ji bo avadaniyê rê bide ku li Gola Wanê rûxandinek mezin pêk were. Atîk anî ziman ku Şaredariya Wanê vekirina avadaniyê ji bo qeraxê golê bi dizî kiriye û bêyî ku rêxistinên sivîl ên li bajêr û pisporên kar tevli meseleyê bike bi veşarî kiriye. Atîk da zanîn ku bi vê projeyê re dê li qeraxê golê talanek mezin bikeve dewrê. Atîk destnîşan kir ku qeraxê golê ne ji bo tu tiştekî ji avadaniyê re hatiye vekirin, tenê ji bo rantê hatiye vekirin û wê rê li ber talana ekolojiyê veke. Atîk bal kişand ser kirinên qeyûman û destnîşan kir ku qeyûm bi hêrsa kar û berjwendiyê bajarên herêmê pêşkêşî hin kesan dikin û bi destên qeyûman eraziyên şaredariyê tên firtoin û her der tê talankirin.    ‘LI DIJÎ KIRINÊN QEYÛMAN BIKEVIN TEVGERÊ’    Atîk diyar kir ku wan ji bo vê qada 66 hektar daxwaznameya xwe ya îtîrazê dane Şaredariya Wanê û divê her kes li dijî zîhniyeta talanger û rantxwar a qeyûman bikeve tevgerê û ew ê her polîtîkayên rantxwir ên qeyûman teşhîr bikin.