Ji zilaman peyama 8'ê Adarê: Heta jin azad nebe wê pirsgirêk çareser nebin 2022-03-07 09:14:29 AMED - Zilamên ku me bi munasebeta 8'ê Adarê li kuçeyên Amedê mîqrefon dirêjî wan kir, diyar kirin ku li welat pirsgirêka bingehîn ne aborî azadî û mafê mirovan e û ev tişt gotin: "Destpekê divê tu azad bî. Şê heta ku jin azad nebe civak jî azad nabe û pirsgirêkên li welat çareser nabin." Weke li gelek welatan li Tirkiyeyê jî zihniyet û pergala dewletparêz a baviksalar serwer e û jin bi rengên cuda di hedefa polîtîkayên bêcezahiştin, tundî û zexta cudakariya zayendî ya civakî de ne. Jinên ku li dijî vê têkoşîna xwe bi israr didomînin, her sal di 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de dengê xwe li qadan didin bihîstin û biryardariya xwe ya azadiyê dubare dikin. Îsal, starta 8'ê Adarê ji bo bîranîna girtî Garîbe Gezer ku li Girtîgeha Kandirayê dest dirêjî wê hatibû kirin û hatibû kuştin, di 25'ê sibatê de bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê hat dayîn. Me jî li Amedê mîqrefon dirêjî zilaman kir û berxwedana jinên kurd û 8'ê Adarê jê wan pirsî.      WEKHEVÎ TUNEYE   Zilamê bi navê Mehmet Kadrî Kayhan, diyar kir ku li Tirkiyeyê jin û zilam ne xwedî mafên wekhev in û wiha got: "Zilam bi awayê ku dixwazin li kuçeyandigerin lê jin nikarin vê bikin. Ji ber zêdebûna destdirêjiyên li dijî wan jin û zarokan di nav tirsê de ne. Ji ber vê jin li para tên hiştin. Bi zihniyeta 'Bila li malê be, li zarokan binêre' nêzî wan dibin."   Cûma Kanat, diyar kir ku li welat ne jin ne jî zilam ne azad in û got ku cînayetên jinan polîtîk in.    PERWERDEYA ZAYENDIYA CIVAKΠ   Baver Kaya, bal kişand ser polîtîkaya dewletê ya li hemberî sûcên li dijî jinan û derbarê mijarê de berpirsyariya ku dikeve ser milê malbatan bi bîr xist û ev tişt got: "Divê malbat zarokên xwe yên kurik perwerde bikin. Heke ji malbatê perwerdeyeke baş bê girtin wê ev ji bo civakê jî ji bo jinan jî baş be."   CEZAYÊN TÊN BIRÎN KÊM IN   Ji welatiyan Huseyîn Tîryakî jî, bi lêv kir ku cezayên dûrxistinê yên li zilamên tundiyê dikin tên birîn kêm in û ev tişt got: "Pêximkerî tuneye, heman sûcî dîsa dike. Divê cezayên giran derkevin ku pêximkerî çê bibe. Bi cezayên niha herkes sûc dike. Divê daxwazên jinan ên azadî û wekheviyê bi cih ben."   PIRSGIRÊKA BINGEHÎN AZADÎ YE   Abdurrhaman Bakir, diyar kir ku li Tirkiyeyê hemû pirsgirêkan bi aboriyê ve tên girêdan lê pirsgirek ne pirsgirêka aborî û ev tişt anîn ziman: "Pirsgirêka vî welatî ne aborî ye. Prisgirêkên bingehîn ên vî welatî azadî û mafên mirovan e. Divê tenê li ser aboriyê neyê rawestandin. Destpêkê divê tu azad bî. Lê heta ku jin azad nebe wê civak azad nebe û pirsgirêkên li welat neyên çareseririn. Di nav kurdan de di mijara azadiya jinê de pêşveçûn heye. Di 8'ê Adarê de divê li ser têkoşîna jinên kurd û bedelên ku ji bo vê dane bê rawestandin. Şerê ku li ser jinê tê meşandin pir kûr û dîrokî ye. Bi saya Tevgera Azadiyê jinan ji xwe re cih dîtiye. Divê dinya guh bide jinên kurd ku rexmî hemû zehmetiyan dengê xwe li qadê didin derdixin û têkoşîna wan mînak bê girtin."   Aslan Ayriç jî qala têkoşîna jina kurd kir û wiha axivî: "Hê jî em di bin bandora pergaleke feodal de ne. Em li dijî vê pergalê ne. Li ser jinan, bi taybetî jî li ser jinên kurd zilm heye."   PIRGIRÊKA KURD Û JINAN    Welatiyê bi navê Tahsîn Oral, destnîşan kir ku weke her pirsgirêkê di bin pirsgirêka jinan de jî Pirsgirêka Kurd heye û ev tişt gotin: "Tu kîjan kevirî radikî di bin de Pirsgirêka Kurd dertê. Rastiya welat Pirsgirêka Kurd e. Mafekî zilam ê mîna kuştina jinê tune ye. Jina kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî DAIŞ'ê şer kir. DAIŞ bi saya kurdan hêza xwe winda kir. Lê dîsa jî dibêjin, "Em piştgirî bidin DAIŞ'ê û jinan biklujin'. Hûn çima dikujin? Heke li vê erdnîgariyê Prisgirêka Kurd çareser bibe wê hemû pirsgirêk di ber xwe de çareser bibib."   MA / Ceylan Şahînlî