Ciwan bibiryar in ku tecrîda Îmraliyê bişikînin 2022-03-07 10:16:18 WAN - Ciwanan diyar kir ku wê têkoşîna xwe ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan mezin bikin û ev tişt got: "Tecrîd, mînaka herî şênber a pêkanînên fazîşzane yên ser civakê ye."   Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 23 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tê girtin, ji 25'ê adara 2021'an ve agahî jê naye girtin. Ji vê dîrokê ve serlêdanên parêzer û malbatê yên ji bo hevdîtinê bêbersiv tên hiştin. Endamên Meclisa Ciwanan a HDP'ê ya Wanê û Komeleya Çand, Huner, Mirovnasî û Zanîstê ya Wanê (BASK-DER), banga bidawîkirina tecrîdê kirin.    BANGA MUZAKEREYÊN AŞTIYÊ   Ji endamên Meclisa Ciwanan a HDP'ê Şahîn Akti, diyar kir ku tecrîd nayê qebûlkirin û wiha got: "Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 11 meh in agahî nayê girtin. Timik ji hevdîtinan parêzer û malbatê re astengiyan derdixin. Di şexsê Ocalan de dewlet polîtîkaya ku kurdan ceza bike kiriye dewrê. Weke ciwan em tecrîda li ser Ocalan qebûl nakin. Divê demildest hevdîtina wî ya bi malbat û parêzeran re pêk bê. Heke em tecrîda li ser Ocalan bişikînin wê civak bêhneke rehet bigire. Em ê ji bo bidawîkirina tecrîdê û destpêkirina muzakereyan têbikoşin."   TÊKOKŞÎNA LI DIJÎ TECRÎDÊ   Endamê BASK-DER'ê Tarik Kilinç, destnîşan kir ku bi tecrîdê hewl tê dayîn destkeftiyên kurdan bên tunekirin. Kilinç, diyar kir ku ew li dijî van polîtîkayan e û ev tişt anî ziman: "Tecrîda li ku ser Ocalan tê pêkanîn, belavî tevahiya civakê bûye. Ji bilî şikandina tecrîdê tu peywireke eslî ya ciwan û gelê kurd tune ye. Ev rewş ji bo qutkirina têkiliya di navbera gelê kurd û Ocalan û Pêknehatina yekitiya neteweyî ya kurdan tê kirin. Em vê helwesta desthilata AKP-MHP'ê qebûl nakin. Weke ciwan ji bo şikandina tecrîdê em ê têkoşîna xwe mezin bikin."   PARADÎGMAYA OCALAN   Endamê Meclisa Ciwanan a HDP'ê Nûrûllah Pekbay jî bi lêv kir ku paradîgmaya Ocalan ji bo gelên dinyayê "rizgarî" ye û wiha axivî: "Em dibînin ku dewletê pêkanînên faşîzane li ser tevahiya civakê kiriye dewrê. Tecrîda li Îmraliyê tê pêkanîn jî mînaka herî şênber a vê yekê ye. Îro destûr ji çalakiya herî demokratîktir re jî nayê dayîn. Rêxistinbûna jinan tê astengkirin û saziyên demokratîk tên girtin. Ev ji ber belavbûna paradîgmaya Ocalan a nav civakê pêk tê. Ji ber ku paradîgmaya Ocalan pergala kapîtalîst teşhîr dike nli hesabê wan nayê. Weke civan em ê ji bo ku tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe û paradîgmaya wî di nav civakê de bi goşt û hestî bibe têbikoşin."   MA / Hakan Yalçin