ROJEVA 8'Ê ADARA 2022'YAN 2022-03-08 09:00:24 * Tahîr Aktaş, bavê girtiyê nexweş Ergîn Aktaş ê her du destên wî tune ne, destnîşan kir ku tenduristiya kurê wî nebaş e û got: "Ergîn, 12 salin bê dest e. Ew hema bila tenê rojekê bê dest bimînin, hela wê çi bikin."   * Rêvebira OHD a Şaxa Wanê Leyla Kaplan, anî ziman ku tu eleqeya rastiyê û rapora ATK'ê ya "dikare di girtîgehê de bimîne" ya derbarê Tûglûk de bi hev tune ye û got: "Em ê li dijî îqtidara ku dixwaze pêşengên têkoşîna jinan bitepisîne, ji bo berdana girtiyan tim biqîrin."    * Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşar, salek li dû xwe hişt. Ferît Şenyaşar got: "Heya edalet pêk neyê dê rayedar vê qîrîna me ya ji bo edaletê bibihîzin."   * Perwerdekara xweparastinê Buşra Yeşîlbaş, diyar kir ku xweparastin ji hewldaneke fizîkî wêdetir, hewldaneke li hemberî hemû awayên tahdeyê ye û tekane rêya li hemberî pergala nêrza ya vê têkoşînê wekî "sûc" nîşan dide, têkoşîn û rêxistinbûyîn e.    * Endamê DÎAYDER'ê Mele Yûsûf Înal, diyar kir ku bi awayekî bêhiqûqî derbarê wan û komeleyê de doz hatiye vekirin û got: "Ji me re dibêjin ne bi ruhê xwe ne jî bi aqilê xwe 'nebin kurd'. Ger komeleya me bigirin, em ê yeka nû vekin."    * Geşadanên derbarê şerê Rûsyayê û Ûkraynayê de dê bên şopandin.    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 365'emîn de berdewam bike.    * Danişîna 10'emîn a Doza Kobanê dê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike. (10.00)   * Bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê d3e li gelek navendan çalakî û şahî werin lidarxistin. Li Amedê, Sêrtê, Êlihê, Wanê, Nisêbînê, Dêrsimê û Silopiya dê mitîng bên lidarxistin. Li Stenbolê jî dê Meşa Şeva Femînîst a 20'emîn a Taksîmê dê bê lidarxistin. (11.00-20.00)   * Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan ên li Amed, Wan û Îzmîrê dê berdewam bikin. (13.00-16.00)