Doza Kobanê: Siyasetmedarên girtî 8’ê Adarê pîroz kirin 2022-03-08 14:23:04   ENQERE - Siyasetmedarên ji Doza Kobanê tên darizandin 8’ê Adarê pîroz krin. Sebahat Tuncel got: “Komarek demokratîk bi azadiya jinan pêkan e.”    Danişîna 10’emîn a Doza Kobanê di roja 6’emîn de berdewam dike. Danişîn li Kampûsa Girtîgeha Sîncana Enqereyê tê lidarxistin. 22 jê girtî 108 siyasetmedar ji dozê tên darizandin. Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê û endamên Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) yên berê û yên niha ji dozê tên darizandin.    Siyasetmedarên li Sîncanê girtî ne li eywana danişînê amade bûn û siyasetmedarên din jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen ji girtîyên lê girtî bûn tevli danişînê bûn. Rêveber û parlamenterên HDP’ê dozê şopandin.    PÎROZBAHIYA 8’Ê ADARÊ    Beriya danişînê siyasetmedarên ji Girtîgeha Sîncanê anîn eywanad anişînê, 8’ê Adara jinên parêzer pîroz kirin. Siyasetmedarên jin ên girtî bi boneya 8’ê Adarê cilên mor li xwe kirin. Sebahat Tuncel û jinên din ên girtî 8’ê Adara jinên li eywanê dozê dişopandin jî pîroz kirin. Parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglu yê hat eywanê jî 8’ê Adara jinên girtî pîroz kir. Sebahat Tuncel di pîrozbahiya bo 8’ê Adarê de got: “Komarek demokratîk bi azadiya jinan pêkan e.”    Piştî tespîta nasnameyê danişînê bi guhdariya muştekî Kenan Bedîr dest pê kir.    Danişîn bi axaftinên miştekî, parêzer û siyasetmedaran berdewam dike.