Li Wanê jin herikîn qadê: Sedsala 21'emîn dê bibe sedsala jinan 2022-03-08 14:23:47 WAN - Li dijî tecrîd û qirkirina jinan, jinên Wanî bi cil û bergên xwe yên rengîn herikîn qadên 8’ê Adarê û dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. Hevseroka HDP'ê Pervîn Bûldan axivî û destnîşan kir ku ew ê ji bo azadiya hevalên xwe girtî têbikoşin û dê sedsala 21'emîn bikin sedsala jinan.  Mîtînga 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ya Wanê ku bi pêşengiya Tevgara Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û bi dirûşma “Dem dema azadiya jinan e” hatiye amadekirin, li Parka Mûsa Enter bi coşeke mezin dest pê kir. Jinên ku ji gelek deverên bajêr ber bi qada mîtîngê ve diherikîn, li çar noqteyên kontrolê derbas bûn û bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” ketin qadê. Jinan, li ber stranan xelekên govendê gerandin. Jinên ku bi cil û bergên xwe yên rengîn qada mîtîngê xemilandîn, lolîpop û dowîzên “Denîz Poyraz serhildana me ye”, “Ez jin im, ez kurd im”, “Êdî bes e”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Garîba Gezer nemir e” û “Êdî bes e, dem dema jinan e” vekiribûn. Lê hêzên ewlekariyê nehêlan ku jin lolîpopên bi nivîsên “Ekîn Wan” û “Garîbe Gezer” têxin qada mîtîngê. Bi nêzbûna destpêkirina mitîngê re jî jinên li ber avahiya HDP’ê kom bûyîn, bi dirûşm û tililiyan ber bi qada mitîngê ve meşiyan.      ‘JINÊN KURD ŞOREŞ KIR’   Mitîng, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Seroka Komîteya Amadekar Ayşe Mînaz axivî. Mînaz, diyar kir ku 8’ê Adarê yek ji rojên sembole lê belê bi salane rêhevalên wan ji bo dinyayeke wekhev, azad, bêkedxwarî, bêtundî û ji bo Tirkiyeyeke demokratîk têkoşiyan û canê xwe feda kirin. Mînaz, destnîşan kir ku têkoşîna jinan a herî dijwar li vê erdnîgariyê hatiye dayîn û wiha domand: “Têkoşîna jinan a ji bo mirovahiyê ku li Rojhilata Navîn û erdnîgariya me dide, li pey xwe lehengiyên destanî hişt. Ev jinên leheng, bûn pêşengên civakê û hêza veguherandinê. Bi kurt û kurmancî jinên kurd, di her qadên têkoşînê de şoreş kirin. Civak guherand, veguherand û mîrateyeke baş ji nifşên pêşerojê re hiştin. Ji bo jinên cîhanê bûn mînak, pêşengtî kirin û navê xwe bi tîpên zêrîn li dîrokê neqişandin.”      ‘EM Ê HESABÊ BIPIRSIN’   Piştre jî hevseroka HDP’a Wanê Handan Karakoyun axivî û got ku jinên kurd, azadî ava kir. Karakoyun, destnîşan kir ku jin bi vîna xwe têkoşîneke mezin dide û wiha pê de çû: “Têkoşîna me, li dijî kujerên jinan ên biûnîforma û tecawizkaran e. Rizgariya jinan, di sekn û xwebirêxistinkirina wan de ye. Em ê nehêlin ku tenê yek jineke din li vî bajarî bê kuştin. Em zilamên biûnîforma hişyar dikin; tu jinek bi tenê nîne. Divê hûn baş bizanin ku dê vê dinyayê bi serê we de hilweşînin û dê hesabê her sûcekî ji we bipirsîn. Destên xwe qirêjî ji jin û zarokan bikişînin.”   ‘EM PEYAMÊ DIDIN HEMÛ JINÊN CÎHANÊ’   Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê Gulderen Varli jî anî ziman ku herikîna jinan a qadan, ji bo hemû jinên cîhanê peyama wekhevî û yekitiyê ye û wiha domand: “Mîna li her devera cîhanê, li Wanê jî jin îro ji bo dinyayeke azad û adilane li refên têkoşînê yên pêşîn cih girtine. Ev meş, ji Rosayan heta Leyla Qasim, Arîn Mîrkan û Leyla Guvenan meşa azadiyê ye. Jin, rengekî di navbera erê û nayê de ne. Em ji jiyan, hezkirin, jiyaneke însanî, aştî û azadiyê re dibêjin erê lê belê ji bi vîneke ji polan re ji zilm, nefret, tacîz û destdirêjiyê re dibêjin na.”      Piştî axaftinan jî hunermend Şîlan Dora derket ser dikê û stranên xwe dibêje.    DÊ BULDAN BANGÎ JINAN BIKE   Tê payîn ku Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan jî dê di mitîngê de biaxive. Piştî axaftina Buldan, dê mitîng bi konsera Rojda û Rewşen Çelîker berdewam kir.      'TÊKOŞÎNA ME DIDOME'    Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan derket ser dikê û wiha axivî: "Em her cureyên şîdetê bi tundî şermezar dikin. Kesek bigota dê jin rêxistinbûna xwe ava bike, meclîsa xwe avabike, di parlamentoyê de koma xwe ava bike, wekheviyê di hemû mekanîzayan de pratîze bike nedihat bawerkirin. Lê îro em dibînin ku jin di wan tiştan de bi ser ketiye. Bi milyonan jin gihaştin û ji bo mafê xwe têdikonin.    Niha jî li vî welatî hebûna jinan tê înkarkirin, tên girtin û bi kedxwariyê re rûbirû dimînin. Li dijî vê divê  jin xwe birêxistin bike û têkoşîna xwe bidomîne. Em dixwazin pirsgirêka kurd bi rêya demokrasiyê bê çareserkirin. Li Ukranyayê şer heye, em her tim li dijî şer derdikevin. Ji ber ku di şer de herî zêde jin û zarok hedef tên girtin. Em ê her tim li dijî şer derkevin, ji ber ku tu pirsgirek bi şer nayê çareserkirin.    Di nava mehekî de li Tirkiyeyê 26 jin hatin qetilkirin û ev tişt ji ber polîtîkayên bêceza hiştinê pêk tê. Zîhniyeta mêr, daraza mêr û îqtîdara mêr dibin sedema mirina jinan. Kujerên jinan bi tu awayî ceza nagirin û di nava civakê de serbest digerin.    Li girtîgehan mafê bihezaran girtiyan tê binpêkirin û girtiyên nexweş nayên tehliyekirin. Em ê şopdarên daxwazên dayikan bin. Em ê ji bo azadiya girtiyan têkoşîna xwe bidomînin. Ev sedsala sedsaleke zehmet e û her wiha berxwedaneke bi rûmet tê dayîn. Sedsala bê dê bibe sedsala jinan. Ez ji vir bang li her kesî dikim ku tevlî Newrozê bibin."   Mitîng bi govend gerandinê berdewam kir. Pişt re hunermend Rojda derket ser dikê û stranên xwe yên ji hevxweştir strî û jinan li ber stranan govend gerandin. Pişt re jî mitîng bi dawî bû.