Ebrû Gunay: Ocalan li dijî şer, rêya çareseriye ye 2022-03-08 16:55:53   SERT - Berdevka HDP Ebrû Gunay, li Sertê di mitinga 8'ê Adarê de axivî û got ku ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo şer çareserî ye.    Mitînga 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ya Sêrtê ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve li Qada Newrozê hat pîrozkirin. Berdevka HDP Ebrû Guney, endamen TJA, Meclisa Jinan HDP'a Sertê û dayikên aşitiyê beşdarî mitînge bûn. Jinên Sertê bi şîara 'Dem Dema Azadiya Jinan e' Qada Newrozê têje kirin. Pankart "Em ê bi hev re biguherînin" bi platforma mitîngê ve hat daliqandin.    Her wiha Hunermend Ruken Yilmaz jî beşdarî mitîngê bû bi stranên xwe beşdarên mitîngê coşand.    Rexmî hewa sar jî jinên Sêrtê bi kincên xwe yên herêmî herikîn qada mitîngê û timik dûrişmeya  "Jin jîyan azadî" berz kirin.      Mitîngê bi rêzigirtina ji bo Denîz Poyraz û Gerîbe Gezer dest pê kir.    Piştî rezgirtinê li ser navê komîteya amadekar Cemîle Çîftçî derket ser dikê û axaftineke kurt kir. Piştî Çîftçî Hevseroka Rexistina HDP ya Sertê Belkiz Epozdemîr jî derket ser dikê û axaftineke kir. Epozdemîr, banga berdana girtiyên nexweş kir. Piştre Dayika Aştiyê Helîme Guçlu derket ser dikê û girseyê silav kir û dirûşmaya "Bijî Serok Apo" berz kir.      EM NAHÊLIN DESTKEFTIYÊN ME BIN PÊ BIKIN'   Herî dawî Berdevka HDP Ebrû Gunay derket ser dikê û axivî. Guney, diyar kir ku ew 8'ê Adarê diyarî rêhevalên xwe yên girtî Aysel Tugluk û girtiyên din ên jin dikin û wiha got: "Li Botanê, em 8'ê Adarê li hemû jinen tekoşer û berxwedêr pîroz dikin. Desthilat bi rakirina Peymana Stenbolê dixwaze jinan bike kole. Em li vir careke din dibêjin, 'Em nahilên ku hûn destkeftiyên me bin pê bikin'."     'JI ŞER OCALAN ÇARESERÎ YE'   Di berdewema axaftina xwe de Gunay, bal kişand ser şêre Ûkrayna û Rûsyayê û destnîşan kir ku li Kurdistanê her tim şêr heye ev tişt anîn ziman: "Niha li Ûkraynayê şer heye, li Kurdistanê her tim şer heye. Dayik û jinên kurd şer baş nas dikin. Em li vir careke din dibêjin' ji bo aştiyê bila deriyê Îmraliyê vekin'. Ji şer birêz Abdullah Ocalan çareserî ye. Bila tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan rakin, da aştî were li vî welatî.”   Piştî axaftina Guney hunermend Rûken Yilmaz derket ser dikê û stran gotin. Girsê li ber stranên Yilmaz govend gerand û tilîlî kirin.    Mitîng bi stranên Yilmaz û gerandina govendê bi dawî bû.