OHD'ê ji bo çûna Îmraliyê serî li Wezareta Edaletê da 2022-03-08 17:19:46   STENBOL - Hevserokên Giştî yên OHD'ê, ji bo ku li Îmraliyê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din rehevdîtin bikin serî li Wezareta Edaletê dan.    Hevserokên Giştî yên OHD'ê Bunyamîn Şeker û Ayşe Acinikli, ji bo ku li Îmraliyê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş re hevdîtin bikin serî li Wezareta Edaletê dan. Hevserokan, di serlêdana xwe de bal kişandin ser tecrîd û îzolasyona li ser Ocalan û girtiyên din û destnîşan kirin ku parêzêran wan ji bo ku şertên wan di cih de tespît bikin serî li wan dane. Piştî vê îzahkirinê hevserokan, di serlêdana xwe ji wezaretê daxwaz kiriye ku destûr ji wan re bê dayîn biçin Îmraliyê û şertên çûndinê ji wan re bên avakirin.