Ji girtîgehê 'nameya binpêkirinên mafan' 2022-03-09 09:04:48 STENBOL - Girtiyê nexweş ê rewşa wî giran Alî Gulmez ku ji Bolûyê sewqî Girtîgeha Kiriklarê hat kirin, berî bê sewqkirin nameyek ji CÎSST'ê re şandiye û di nameya xwe de bal kişandiye ser binpêkirinên mafan ên bi wan re rûbirû maye.  Girtiyê nexweş ê rewşa wî giran Alî Gulmez, di 15'ê Sibatê de ji Girtîgeha Bolû ya Tîpa F'yê sewqî Girtîgeha Kiriklarê ya Jimare 1'an a Tîpa F'yê hatiye kirin. Gulmez ê ku di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de ye, di 14'ê sibatê de nameyek ji Komeleya Civaka Sivîl di Pergala Înfaza Ceza de (CÎSST) re şandiye û di nameyê de bal kişandiye ser binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Bolûyê bi wan re rûbirû maye.    Gulmez di nameya xwe de diyar kiriye ku ji ber ku nivîsa wî nayê xwendin name, faks û daxwaznameyên wî hatine astengkirin. Gulmez, bilêv kiriye ku ji ber van astengiyan li desteya dîsîplînê îtiraz kiriye û gotiye: "Dadgeriya Înfazê û dadgehên cezayê giran tu tiştî nakin. Ez serî li AYM'ê didim, dibêjin 'Serlêdan nayên xwendin, ger tu careke din binivîsî em ê binirxînin' û 'îdia pir qels in.' Bi vî awayî serlêdanên min tên redkirin."    Her wiha Gulmez, bilêv kiriye ku serlêdana wî ya ji bo Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) jî bi hinceta "belge kêm in" hatiye redkirin.    HEQÊ POSTÊ 300 TL    Gulmez, destnîşan kiriye ku ji bo posteyên ku ji DMME'yê re şandine berê 120 TL daye, lê niha bûye 200-300 TL.   ‘WEKÎ SADDAM JÎ NABIN'   Gulmez, ragihandiye ku daxwaznameyên wî yên ji dozgerî û Dadgeriya Înfazê re şandine jî ji holê hatine rakirin û gotiye: "Herî dawî daxwaznameyên min ên ku min hefteya borî ji bo zirara maddî ya di dema lêgerînan de, astengkirina mafên me yê sporê, nedayîna salnameyên ku xizmên me ji me re dişînin, nedayîna eşyayên ji me re tên, nedayîna hebên vîtamînê yên em ji kantînê dikirin ji holê hatine rakirin. Dibêjin 'na, daxwaznameyek wiha nehatiye.' Gava ez didim ez hejmara wê qeyd dikim. Gava tiştek neyê ew tê wateya ku ji holê hatiye rakirin. Me qte nedîtiye tiştên ku dikin parastine. Wekî Saddam Husên jî nabin. Ger bêhiqûqî be neke, ne wisa be biparêze! Na, tiştekî wiha nakin."    ASTENGIYÊN LI BER MAFÊ TENDURISTIYÊ   Gulmez, di nameya xwe de destnîşan kiriye ku mafê wan ê tendursitiyê jî bi awayekî kêfî û bêhiqûqî tê astengkirin û gotiye: "Dermanên vîtamînê yên ku wezaret wan nade û em bi pereyê xwe dikirin nadin me. Ev derman ewilî nedihatin stendin, lê paşê guherî. Min ev derman li gor erêkirina bijîşkê revîrê û nexweşxaneyê distendin û dixwarin. Lê ev demeke bi dest me nakeve. Tu eleqeya bijîşkê revîrê bi vê re tune ye. Ê ku van astengiyan datîne îdare bi xwe ye. Em daxwaznameyê ji revîrê re dinivîsin, bersiv tune ye. Em hevdîtinê bi midûr re dikin, dibêje 'daxwaznameyê ji revîrê re binivîse.'"    LÊGERÎN   Gulmez, di nameya xwe de destnîşan kiriye ku di demên dawî de lêgerîn pir zêde bûne û gotiye: "Di bin navê lêgerînê de hucreya min û eşyayên min serobino dikin. Beriya pandemiyê jî roj hebû 3 caran bi vî awayî rastî êrişan dihatim. Serê sibehê gardiyan ji bo jimariyê tên û her derî serobino dikin. Bi vî away bi zanebûnî me di warê aborî de dixisirînin. Ev yek di dema pandemiyê de veguherî tiştekî rûtîn."    Gulmez, diyar kiriye ku mehê roj û 40 deqe heqê wan ê sporê heye, lê ev jî bi awayekî kêfî tê astengkirin.    ‘4 SAL IN MIN NEBIRINE NEXWEŞXANEYÊ'   Gulmez, diyar kiriye ku gava wan dibin nexweşxaneyê 7 rojan di karantînayê de dihêlin û ji ber vê gelek girtî naxwazin biçin nexweşxaneyê. Gulmez, bilêv kiriye ku 4 sal in wî nebirine nexweşxaneyê.    PIŞTÎ NAMEYÊ EW SEWQ KIRIN   Piştî nameya Gulmez gihaştiye CÎSST'ê bi rojekê ew sewqî Girtîgeha Kiriklarê Jimare 1'an a Tîpa F'yê kirine.    MA / Ferhat Çelîk