Beşdarbûna Farîsogûllari ya kongreya partiya wî sûc hesibandine 2022-03-09 14:23:50   AMED - Derbarê Parlamenterê HDP'ê yê girtî Mûsa Farisogûllari de 3 doznameyên din hatin amadekirin û bi dosya wî ya li Amedê jê tê darizandin re hatin yekkirin. Beşdarbûna Farîsogûllari ya kongreya partiya wî ya li Amedê sûc hatiye hesibandin.    Danişîna çaremîn a doza ku bi yekkirina du doznameyan li Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Mûsa Farisogûllari ku parlamenteriya wî hatibû xistin hat vekirin, li 10'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin. Farîsogûllari ku li Girtîgeha Tîpa D a Amedê girtî ye anîn Edliyeya Amedê û tevlî danişînê kirin. Parêzerên Farisogûllari û malbata wî jî tevlî danişînê bûn. Rojnameger û kesên ku xwestin danişînê bişopînin, piştî ku polisan li ser wan lêgerîn pêk anî berdan eywana danişînê.    3 DOZNAME    Serokê Dadgehê, diyar kir ku ji aliyê serdozgeriyên komarê yên Amed û Enqerê ve derbarê Farisogûllari de bi sûcdariya "Endamtî û propagandaya rêxistinê" 3 doznameya hatine amadekirin û biryar dane ku ev her sê dozname bi dosya niha ve bên yekkirin. Di doznameyên ku derbarê xebatên Farisogûllari yên salên 2019 û 2020'an de hatine amadekirin de beşdarbûna Farisogûllari ya konferans bi mijara "Qrîza Rojhilata Navîn", şermezarkirinên qeyûm, şîn, daxuyaniyên çapameniyê yên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û kongreya partiya wî ya Amedê weke sûc hatine hesibandin.    PARASTINA FARISOGÛLLARI   Piştî vê agahîdayîna derbarê doznameyên ku hatine qebûlkirin de serokê dadgehê ji bo parastinê mafê axaftinê da Farisogûllari. Farisogûllari, parastina xwe bi kurdî kir û sûcdariyên li dijî xwe red kir. Ji ber ku di hin cihan de wergera parastina wî şaş hat kirin li ser îtîraza parêzerên wî di navbera heyeta dadgehê û parezeran de nîqaş derketin. Serokê Dadgehê, li ser van nîqaşan xwest ku Farisogûllari parastina xwe bi tirkî bike. Lê Farisogûllari parastina xwe bi kurdî berdewam kir.    ŞAHIDÊ NEPEN   Piştî parastina Farisogûllari serokê dadgehê îfadeyên ahidê nepen ê bi navê "Sabır" aşkera kir û angaşt kir Farisogûllari li Qendilê perwerde dîtiye, li gorî armancên rêxistinê xebatan dike û li ser daxwaza Qendîlê bûye parlamenter.   PARÊZERAN ÎTÎRAZ KIR   Parêzerên Farisogûllari gotinên şahidê nepen îtîraz kirin û daxwaz kirin ku şahidên nepen li danişînê bên guhdarkirin.    DANIŞÎN TALOQ BÛ   Piştî parastin û îtîrazan heyeta dadgehê biryar da ku ji bilî şahidê nepen "Sabir" şahidên nepen ên bi navê "Uzay", "Yıldız" ve "Hafız" li danişîneke din bên amadekirin û danişînê taloqî 8'ê hezîranê kir.