Li 39 girtîgehan herî kêm 7 hezar û 357 binpêkirin hatin tespîtkirin 2022-03-09 16:03:11   STENBOL - ÎHD’a Stenbolê, “Rapora Binpêkirinên Mafan a Sala 2021’an a Girtîgehên Herêma Marmarayê” eşkere kir û got herî kêm 7 hezar û 357 binpêkirin qewimîne.   Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan a (ÎHD) a Şaxa Stenbolê li avahiya xwe “Rapora Binpêkirinên Mafan a Sala 2021’an a Girtîgehên Herêma Marmarayê” eşkere kir. Seroka ÎHD’a Stenbolê Gulser Yolerî, parêzer Davût Arslan û rêveberên komeleyê beşdarî civînê bûn. Rapor ji serlêdanên parêzeran, malbatan û girtiyan û her wiha lêgerîna li ser çapemeniyê kirine pêk tê. Gulseren Yolerî û Davût Arslan raporê parve kirin.    LI 39 GIRTÎGEHAN BINPÊKIRINÊN MAFAN    Di raporê de hat diyarkirin ku di salekê de ji 39 girtîgehên cuda 326 serlêdanan ji bo Şaxa ÎHD’a Stenbolê hatine kirin. Girtîgehên ku binpêkirin lê qewimîne wiha ne: Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F’yê, Girtîgeha Sîlîvriyê, Girtîgeha Tekîrdagê Jimara 1’an û 2’yan Tîap F’yê, Girtîgeha Edîrneyê ya Tîpa F’yê, Girtîgeha Kandirayê ya Tîpa F’yê, Girtîgeha Metrîsa Stenbolê ya Jimara 2’yan a Tîpa T’yê, Girtîgeha Bakirkoyêy a Jinan, Girtîgeha Bandirmaya Balikesîrê Jimara 1’an û 2’yan a Tîpa T’yê, Girtîgeha Gebzeyê ya Jinan, Girtîgeha Bolûyê ya Tîpa F’yê, Girtîgeha Maltepeyê ya Jimara 2’yan û 3’yan a Tîpa L’yê, Girtîgeha Vekirî ya Silîvriyê, Girtîgeha Kepsûta Balikesîrê ya Jimara 1’an a Tîpa L’yê, Girtîgeha Bûrsayê ya Tîpa H’yê, Girtîgeha Kirklarelî ya Tîpa E’yê, Girtîgeha Kocaeliyê Jimara 1’an a Tîpa T’yê û Girtîgeha Umraniyê ya Tîpa E’yê.    JI GIRTÎGEHÊN CUDA JÎ SERLÊDAN HENE    Di rapora ÎHD’ê de hat gotin ku her wiha ji bilî girtîgehên li Herêma Marmarayê lig elek girtîgehên din jî serlêdan ji bo wan hatine kirin û binpêkirinên mafan têde cih girtine.    BINPÊKIRIN HERÎ ZÊDE LI SILÎVRIYÊ NE    Li gorî raporê hejmara serlêdanên ji girtîgehan bo ÎHD’ê hatine kirin wiha ne: Girtîgeha Bakirkoyê 9, Girtîgeha Edîrneyê 13, Girtîgeha Kandirayê 15, Girtîgeha Balikesîrê 18, Girtîgeha Bandirmayê 31, Girtîgeha Tekîrdagê 64, Girtîgeha Silîvriyê 83 û ji girtîgehên din jî 86 binpêkirin. Daneyên binpêkirinên mafan di raporê de cih digirin û tê gotin herî zêde binpêkirin di meha hezîranê de qewimîne.    BI GIŞTÎ 7 HEZAR Û 357 BINPÊKIRIN    Gulseren Yolerî da zanîn ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan her ku diçe zêde û girantir dibin. Yolerî anî ziman ku ji bo balê bikşîne ser van binpêkirinan her sê mehan carekê raporek tê weşandin û got: “Em dibînin ku di her serlêdanek girtiyan de dema wan bêtir bi binpêkirinan derbas dibe. Hejmara binpêkirinên ku hatine kirin 6 hezar û 222 ye û me bi rêya çapemeniyê jî hezar û 135 binpêkirin tespît kirine. Ji van serlêdêran 293 kes zilam nin û 33 serlêdan jî yên jinan in. 275 serlêdan ên girtiyên polîtîk in. 51 serlêdan jî yên girtiyên edlî ne. Di serlêdanan de lêdan, îşkence û muameleya xerab hatine gotin. Mafê tenduristiyê yên girtiyan tê binpêkirin. Her cûre zext û binpêkrinên mafan li ser girtiyan tê kirin. Berdana girtiyên nexweş û girtiyên cezayên wan qediyane tên taloqkirin û astengkirin.”