DMME'yê cezayê tecrîdê li dijî hiqûqê dît 2022-03-09 16:03:47   STENBOL - DMME'yê, cezayê ku ji ber li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan derketibûn û banga girtina Girtîgeha Îmraliyê kiribûn, li 15 kesan hatibû birîn, li dijî hiqûqê dît.    Hewldana Ciwanan a ji bo Aştiya Civakî, di 18'ê mijdarê 2003'yan de li ber Edliyeya Sûltan Ahmet li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan derketibûn û banga girtina Girtîgeha Îmraliyê kiribûn. Di çarçoveya çalakiyê de 20 ciwan ketibûn avahiya edliyeyê û li qata 3'yemîn a edliyeyê belavokên ku desthilata AKP'ê şermezar dikirin belav kiribûn û derbarê tecrîda li ser Ocalan dûrişme berz kiribûn. Ciwanan, li edliyeyê pankarta "Ji Pirsgirêka Kurd re çareseriyeke demokratîk; divê Girtîgeha Îmraliyê bê girtin" vekiribûn. Çalakiya ciwanan piştî ku bi qasî saetekî berdewam kiribû, polisan êrişî ciwanan kiribûn û wan binçav kiribûn. Piştre bi sûcdariya "piştgiriya rêxistinê" salek û 8 meh cezayê girtîgehê li 15 ciwanan hatibû birîn. Li 4 kesan jî bi sûcdariya "endamtiya rêxistinê" , "Li ser xwe gerandin û bikaranîna maddeyên teqemeniyê" 15 sal cezayê hatibû birîn.    Parêzerên 15 ciwanan, piştî bidawîbûna pêvajoya hiqûqa ya li Tirkiyeyê serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) dabûn. Yekemîn Daîreya DMME'yê serlêdanê nirxand û bi yekdengî derbarê 3 kesan de biryar da ku "mafê wan ê darizandina adil" hatiye binpêkirin û ji bo hemû kesên serlêdan kirine jî biryar da ku mafê wan ê "civîn û birêxistinbûnê" hatiye binpêkirin. Her wiha dadgehê biryar da ku 7 hezar û 500 Euro tazmînat ji bo kesên serlêdan kirine bê razandin.   MA / Dîren Yûrtsever