Di Nobeta Edaletê de bal kişandin ser greva birçîbûnê 2022-03-09 16:28:36   ÎZMÎR - Xizmên girtiyan, di Nobeta Edaletê de bal kişandin ser greva birçîbûnê ku li Girtîgeha Tekîrdagê didome.    Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin û nayên berdan li Baroya Îzmîrê dane destpêkirin, di roja 19'an de berdewam dike. Xizmên girtiyan di nobetê de dovîzên "Ji girtiyên nexweş re azadî" û "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye" hildan. Karkerên endamê Konfederasyona Sendîkaya Karkerên Şoreşger (DÎSK) serdana nobetê kirin.    GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ   Di nobetê de li ser navê malbatan Fatma Surme axivî. Surme, diyar kir ku kurê wê li Girtîgeha Tîpa E ya Tekîrdagê  12 roj in di greva birçîbûnê de ye û wiha got: "Em dixwazin girtiyên nexweş bên berdan. Li ser girtiyan zilm heye. Em li vir edaletê dixwazin. Heta ku edalet pêk neyê em ê neçin mala xwe. Heqaret li zarokên me yên dîl tê kirin. Dilê hemû dayikan dişewite. Bila dilê kesî neşewite. Bila girtî bên li cem malbata xwe bên tedawîkirin. Bila daxwazên me yên di greva birçîbûnê de bên qebûlkirin. Em naxwazin ji girtîgehan cenaze derkevin. Em malbatên aştiyê ne û edaletê dixwazin. Tenê daxwaze me ev e."   'EM PARÇEYEK TÊKOŞÎNÊ NE'   Li ser navê karkerên endamê DÎSK'ê ku serdana malbatan kirin jî Tijda Kiliç axivî. Kiliç, diyar kir ku tecrîda li girtîgehan tevahiya civakê dihewîne û sûcê mirovahiyê ye. Piştre Kiliç, ev tişt gotin: "Berxwedana malbata Şenyaşar û Dokû heye. Li Tirkiye û Kurdistanê weke kedkar em navenda vê berxwedanê ne. Kedkar jî tên tecrîdkirin. Tecrîda li girtîgehan belavî tevahiya civakê dibe. Têkoşîna me tevan ji bo rakirina tecrîda li ser girtiyan e. Em parçeyê têkoşîna dimeşînin."