Meclîsa Jinan a DTSO'yê Ferda Cemîloglû bibîr anî 2022-03-09 19:01:55   AMED - Meclîsa Jinan a DTSO'yê bi boneya 8'e Adarê ji avakarên meclîsê Ferda Cemîloglû ya jiyana xwe ji dest dabû, bibîr anî.    Meclîsa Jinan Odeya Bazirganî û Sanayiyê ya Amedê (DTSO) bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Cihanê ji avakarên Meclîsa Jinan a DTSO'yê û Seroka DOGUNKAD'ê Ferda Cemîloglû ya ku di 31’ê Tebaxa 2021'ê de ji ber nexweşîna pençeşêrê jiyana xwe ji dest dabû, li Qonaxa Cemîlpaşa ya li navçeya Sûrê bi resepsîyonekê bibîr anî. Hevseroka Giştî ya Partiya Heremên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, endam û rêvebirên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), endamên Meclîsa Jinan a DTSO'yê, endamên DOGUNKAD'ê û ferdên malbata Cemîloglû tevli bîranînê bûn.    Bibîranîn bi sînevîzyoneke derbarê jiyana Ferda Cemîloglûyê de dest pê kir.   Piştî sînevîzyonê Seroka DOGUNKAD'ê Rojda Yilmaz axivî. Yilmaz, anî ziman ku Ferda Cemîloglu bi zanîna xwe di nav têkoşîna jinan de mînakek bûye û got: “Mirina wê ji bo me mirineke bêwext bû. Em ê li ser wê rêça wê ya ji bo me dibe ronahî bin."   Paşê Berdevka Meclîsa Jinan a DTSO'yê Nevîn Îl axivî. Îl, girîngiya pêşî bal kişand ser girîngiya 8’ê Adarê û têkoşîna jinan û got: “Me xwest em di vê rojê de, di şexê Ferdaxanê de jinên ji bo azadî û rizgariya xwe li ber xwe dan bibîr bînin. Em bejna xwe li ber ked û berxwedana wan a rewa ditewînin."    Piştî axaftina Îlê Rinda, keça Ferda Cemiloglû axivî. Rinda, diyar kir ku dêya wê tim li cem kesên bindest bûye û got: "Her tim li hember neheqiyê serî rakir. Ji bo jin bihêz bibin her tim dixebitî. Pir qîmet dida gelê kurd û çanda kurdî."    Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz jî destnîşan kir ku Cemîloglû ji bo jinên kurd şanaziyek bû û got: “Ferda Cemîloglû ji bo yekitiya gelê kurd xebitî. Ger ku hê jî yekitî çênebûbe ev ji ber heşmendiya mêran e. Ê ku yekitiyê ava bikin jin in. Bi vê boneyê ez Ferda Cemîloglû bibîr tînim. Çûna wê ji bo me wendahiyek mezin e."    Piştî axaftinan bîranîn bi dengê kemanê bi dawî bû.