Ji polîsên ku li Rihayê birîndar bûbûn yek jê mir 2022-03-09 20:53:50   RIHA -Ji polîsên birîndar ên li navçeya Halîliyeyê di şereke çekdarî de birîndar bûbûn, polîs Cemal B. mir.    i Kolana Mevlana ya navçeya navendî Halîliye ya Rihayê di şerekî çekdarî de 2 polîs bi giranî birîndar bûbûn. Li gor agahiyên bi dest ketibûn, polîsên Têkoşîna Li Hemberî Sûcên Qaçaxçîtî û ORganîzeyê (KOM) Abdûllah Yesîr B. ji serê xwe û Cemal B. jî ji pişta xwe birîndar bûbû.   Hat hînbûn ku polîs Cemal B. li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye.