Ji ber ku rêvebirê HDP'ê ye, erseya wî ya 364 metrekare kirin 48 perçe 2022-03-10 09:11:38 MANÎSA - Li Sarigolê erseya 364 metrekare ya siyasetmedar Abdulhamît Kolca, cara dudoyan ket ber parselasyonê û dabeşî 48 perçeyan hat kirin.    Abdulhamît Kolca yê li navçeya Sarigol a Manîsayê dimîne, di sala 1980'yî de erseyeke hezar û 600 metrekare stendiye. Erseya wî piştî wextekê ketiye ber parselasyonê û dabeşî du perçeyan hatiye kirin. Piraniya erseya hatiye dabeşkirin jî ketiye ber rê û tiştên din. Kolca, di sala 1997'an de jî li ser perçeyek erseya xwe(430 metrekare) du avahiyên mustaqil çêkirine û 364 metrekare jî li aliyekî din maye. Erseya wî ya 364 metrekare ku berê ketibû ber parselasyonê, careke din ketiye ber parselasyonê. Erse dabeşî 48 perçeyên 4-5 metreyî hatiye kirin û ji bo her perçeyekê tapoyek çêkiriye. Tew ji bo perçeyek 130 santîmetreyî jî tapo çêkiriye.    Parselasyona dawî di Hezîrana 2020'an de bi biryara xerakirina xaniyên li ser erseya wî hatiye nîqaşkirin. Kolca, xwestiye xaniyên xwe di çarçoveya veguherandina bajêr de xera bike û li şûna wan avahiyeke nû çêbike, lê destûr nehatiye dayîn. Paşê jê re hatiye gotin, ger dev ji erseya xwe ya din berde dê destûr bê dayîn.    Serokê Partiya Demokrasiyê ya Gel (HADEP) ê Sarigolê yê berê û rêvebirê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Sarigolê Kolca, anî ziman ku ev biryareke siyasî ye.    DEST DANÎN SER ERSEYA WÎ   Kolca, bilêv kir ku di orta meha Sibatê de Midûriyeta Tapo Sicîlê ya Sarigolê telefonî wî kiriye û midûr jê re gotiye "Em ê tapoyên te xera bikin. Midûrên tapoyê yên berê torpîl kirine. Di vî îşî de sextekarî heye."    Kolca, destnîşan kir ku gava gotiye ew qebûl nake, midûr gef lê xwariye û gotiye dê erseya wî perçe bike. Kolca got: "Paşê ev tapo ji min re hatin. Dabeşî 3-5 metreyan kirine. Midûr, şaredarî û midûrê kadastroyê bûne yek û tapoya min xistine vî halî. Ji bo ez bitengijim wisa kirine. Ez çûm cem şaredar. Şaredar got, 'Tiştek ji destê me nayê.' Me doz vekir. Danişîn di meha Hezîranê de ye. Ez ê dev jê bernedim, ez ê nehêlim kes erseya min ji min bistîne."    Kolca, bilêv kir ku jê re hatiye gotin, ger dev ji erseya xwe ya din berde dê destûr bê dayîn ku li ser serseya xwe ya din avahiyek nû çêbike. Kolca, diyar kir ku qîmeta wê erseya wî 700 hezar TL ye û got: "Şaredarî, midûrê tapoyê û kesê niha li ser erseya min kar dike li hev kirine. Midûrê tapoyê bi salan e min eware dikeku ew erse bê şixulandin û ji wan rezan pere bên qezenckirin. Li erseya min rezê kesê bi navê Mahmût Baş heye. Ev AKP'î ye. Ev kes bi salan e karê xwe li ser vê erseyê dike. Bi erseya me pereyan qezenc dike."    ‘EZ ERSEYA XWE NADIM'   Kolca, destnîşan kir ku ji ber nasnameya wî ya siyasî ev tişt hatine serê wî û got: "Min bi salan kar û barên siyasî kir. Ev der navçeyek biçûk e. Her kes, her kesî nas dike. Tenê ji bo min bitengijînin wisa perçe kirin. 364 metrekare erse dabeş kirine. Li tu derî tiştekî wiha ne pêkan e. Dixwazinez vê erseyê ji wan re bihêlim. Ez doza edaletê dikim. Bila heqê min bidin min."    MA / Tolga Guney