Li girtîgehê tu tişt nemaye nehatiye serê wî! 2022-03-10 09:14:28 ÊLIH - Girtî Salih Altûnişik ku DGM'ê cezayê muebedê lê biriye, 30 sal in girtî ye. Di vî 30 salî de du zarokên wî jiyana xwe ji dest dane, gelek nexweşîn lê peyda bûne û bi gelek binpêkirinên mafan re rû bi rû maye.    Salih Altûnişik (70) ku li Êlihê hatiye girtin, Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) di Îlona 1992'yan de cezayê muebeda giran lê biriye. Altûnişik nêzî 30 salin girtiye û gelek nexweşîn lê peyda bûne. Altûnişikê gava hatiye girtin 40 salî bûye, di 30 salên zindanê de hema bibêje tu tişt nemaye nehatiye serê wî. Gava hatiye girtin yek jê di zikê de 8 zarokên wî hebûne. Di 2019-2020'î de du zarokên wî ji ber nexweşîna pençeşêrê jiyana xwe ji dest dane.    TU TIŞT NEMAYE NEHATIYE SERÊ WÎ   Altûnişik, di 30 salên xwe yên girtîgehê de ji lêgerîna tazî bigire bi gelek binpêkirinên mafan re rû bi rû maye. Altûnişik heya niha li ÊLih, Amed, Sêrt, Mêrdîn, Kastamonû, Êlih, Ordûyê di girtîgehan d emaye û niha di Girtîgeha Amedê ya Tîpa D'yê de ye. Li girtîgehê nexweşîna dil, bronşît, ulsera mîdeê, tansiyon û şekir lê peyda bûne. Her wiha çavên wî qels bûne. 6 meh mane cezayê lê hatiye birîn biqede, lê ne tê berdan ne jî tê dermankirin. Her wiha serlêdanên wî yên ji bo dermankirinê jî tim tên redkirin.    Her wiha gelek xizmên Altûnişik jî yan hatine binçavkirin an jî hatine girtin. Herî dawî Şukru Baytar, ji aliyê dê ve merivê wî, hatiye girtin. Baytarê 49 salî di 27'ê Mijdara 2019'an de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatiye girtin û 6 sal û 3 meh ceza lê hatiye birîn.    ‘BILA EV ZILM BI DAWÎ BIBE'   Xwişka Baytar Melehat Sarhan, dixwaze her du xizmên wê jî bên berdan. Sarhan, bang kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi dawî bibin û got: "Mirov bi fezlekeyên polîsan tên girtin û bi salan di girtîgehan de dimînin. Ên bi saxî tên girtin, gava tên berdan an pir nexweş in an jî jiyana xwe ji dest didin. Salih jî yek ji van kesan e. Gava hat girtin 7 zarokên wî hebûn. HEvjîna wî jî ducanî bû. 2 zarokên wî ji ber pençeşêrê jiyana xwe ji dest dan. Hevjîna wî, xwişka min, jî bi pençeşêrê ketiye. 6 mehên wî mane. Divê bê berdan. Bila ev zilma li girtiyên nexweş tê kirin bi dawî bibe."    Sarhan, diyar kir ku her cara ku bi xizmên xwe yên girtî re diaxive, xizmên wê behsa binpêkirinên mafan dikin û got: "Gelek caran daxwazname daye, lê wî nabin nexweşxaneyê. Gelek nexweşîn lê peyda bûne, cardin jî wî nabin nexweşaneyê, bi mirinê re rû bi rû hiştine. Gava telefon dike dengê wî bi zorê tê. Nikare biaxive. Bi pandemiyê re binpêkirinên mafan ên li girtîgehan zêde bûn."   MA / Fethî Balaman