Têkoşîna di navbera Newroz û ‘Nevruzê’ de 2022-03-10 11:34:53 AMED - Newroz ku çavkaniya xwe ji efsaneya Kawayê Hesinkar digire, her ku li erdnîgariyên cuda belav bû, êdî weke roja ‘sersala nû’ hate pîrozkirin. Lê belê gelê kurd ev bi sedan salane ku Newrozê weke roja rizgariya ji zilmê pîroz dike. Gelê kurd, Newrozê anku ‘roja nû’ weke rojeke rizgariya ji zilmê pîroz dike. Li Îranê ku piştî dagirkeriya ereban veguherî welatekî îslamî, weke ‘sersala nû’ tê pîrozkirin. Gelo Newroza ku bi Îranê re di nava gelên din de jî belav bûyî, wateya wê çawa hate guherandin û veguherî roja ‘sersala nû’? Xeta di navbera mêtingehkirin û mêtingehbûnê de ne tenê girêdayî talankirina dewlemendiyên madî ye. Di heman demê de mêtinger, li mêtingeha xwe polîtîkayeke wisa dimeşîne ku bindestê wê nekare li ser bingeha mîrasa çandî xwe birêxistin bike û li dora mîta rizgariyê yekitiya xwe ava bike. Di encama vê hevkêşeyê de ku mîrasa çandî ya kurdan çavkaniya bertekên wan ên li dijî dagirkeriyê xweyî dike, ji hêla dagirkeran ve tên texrîbkirin, tepisandin, veguherandin û di dawiya dawî de jî rastî hewldanên tunekirinê tên. Yek ji berhemên vê mîrasê yên ewil jî Newroze ku êdî ji bo kurdan bûye mîta berxwedan û rizgariyê. Mêtingeran, di dema şer û pevçûnan de Newroz tune dihesibandin û dema dîtin ku nikarin vê tune bikin, vêcarê jî dest bi guherandin û veguherandina wê kirin.    Dema dibêjin Newroz, gelê kurd hewla rizgariyê fêm dike. Ji bo ku Newroz di wateya ‘azadîxwazî/bertek’ de neyê pîrozkirin û fêmkirin, polîtîkayên fermî jî li ser bingeha têkbirin, pişaftin û veguherandinê pêş dikevin. Tê payîn ku pîrozbahiyên Newrozê dê mohra xwe li vê salê jî bidin. Di hemû çandan de serpêhatiya Newrozê, nîşaneya têkoşîna rizgariyê ya li hemberî zalim û zordaran e.    Tevî hemû guherînên etîmolojîk jî, di zaravayên kurdî yên dimilkî, kurmancî û soranî de peyva Newrozê, ji peyvên “Nû/new/newe” û ‘Roz/roj/roc” pêk hatiye. Li gorî çavkaniyên dîrokî, serpêhatiya Newrozê heta serdema Împaratoriya Asuran jî diçe. Di çavkaniyên dîrokî de gelek caran qala Newrozê tê kirin lê belê gelek caran bi wate û şêweyên cuda tê pênasekirin. Cara ewil di pirtûka Zende Avesta ya çanda Zerdeştiyan de qala Newrozê tê kirin. Di pirtûkê de navê Azhî Dehaq tê kirin ku weke hebûnekî tarî, şeytanî û xerab ê li hemberî ronahiyê tê pênasekirin.   FÎRDEWSÎ Û EFSANEYÊN WÎ   Yek ji girîngtirîn çavkaniya ku qala Newrozê dike, pirtûka Şahname ya helbestvanê îranî Fîrdewsî ye ku di 997-1010’an de hatiye nivîsandin. Pirtûk, bi wezna arûzê hatiye nivîsandin û ji 60 beytan pêk tê. Di pirtûkê de ji mirovê ewil heta serdema Yezdîgîrt ê 3’yemîn, bi şêwazê efsaneyan qala dîroka Îranê tê kirin. Di vê pirtûkê de Fîrdewsî hewl dide pirsa “gelo kurd ji ku tên” bibersivîne. Di Şahnameyê de Fîrdewsî dibêje ku Cemşîd ku 700 salan hikûmdarî kir, di sala 50’emîn a hikûmdariya xwe de xwe dibe rêza xwedê lewma jî xwedê Dehaq bi serî wî ve dike bela. Dehaq, di pirtûkê de weke kesekî du mar li ser milên wî, îmana xwe bi maran tîne, zarokên biçûk ji bo xwedayên xwe yên mar dike qurban û kesekî destbixwîn tê pênasekirin. Li gorî Şahnameyê, Dehaq ji ber vê taybetiya xwe jî her roj 2 kesan dikuje û mejiyê wan dide marên li ser milê xwe. Demekî piştre 2 birayên ku li qesra Dehaq weke aşpêj dixebitiyan, her roj ji ciwanên ku dê weke qurban bihatina serjêkirin yekî jê bi veşarî berdidin û mejiyê yekî jî didan marên Dehaq. Li şûna mejiyê ciwanê hatiye berdan jî, mejiyê mîyan didan maran. Di pirtûka xwe de Fîrdewsî dibêje ku ev ciwan çûn cihekê wisa ku kesek nikare xwe bigihîne wê derê û wiha didomîne: “Ji bo ku debara xwe bikin, ajpêjan çendek bizin û mîh dane wan ciwanan û şandin xakeke ku kesek nikare xwe bigihînê wê derê. Eslê kurdên niha jî ji wan ciwanan tê. Ewqas dûr bûn ku şaristaniya heyî jî bi bîra wan nayê.”    LIHEVANÎNA BI ÎSLAMÊ RE   Fîrdewsî di pirtûka xwe de ji bo Kawayê Hesinkar dibêje Gave. Piştî ku Kawayê Hesinkar Dehaq têk dibe û li Çiyayê Demavendê zindanî dike, li şûna wî kurê Cemşîd ê bi navê Ferîdûn dibe hikûmdar. Di pirtûka xwe de Fîrdewsî bi vî rengî qala Newrozê dike lê balkêşe ku qet qala nîjada Kawayê Hesinkar nake. Mijara esasî ya pirtûka helbestvanê îranî Fîrdewsî, pevçûnên di navbera Îran û nîjadên tirkî yên Asyaya Navîn in. Di pirtûkê de pevçûnên di navbera Yûnûs ê Îranî û qralê tûranî Efrasiyab tên vegotin. Fîrdewsî, Efrasiyab weke kesekî xwedî hêzên şeytanî pênase dike ku kesê qala wî tê kirin, Alper Tunga bi xwe ye. Tê zanîn ku Fîrdewsî ev berhema xwe li ser daxwaza Mehmûdê Gazneyî nivîsandiye û di vê berhemê de hevrikiya di navbera Îranê ku bi dagirkeriya ereban êdî bûye welatekî îslamî û gelên turanî ku îraniyan dixwestin bikin misilman de vedibêje. Gotegotên heyî li gorî xwe nivîsandine, di çarçoveya vê têkoşînê de saz kiriye, wateya serhildariyê ya Newrozê guherand û weke “sersala nû” pênase dike ku li dijî îslamê nîne.    ROJA NÛ Û SALA NÛ     Di demên piştre hem li Îranê û hem jî li welatên Asyaya Navîn ên ku bi bandora Îranê bûne misilman, Newroz ne weke “Roja nû” lê bi wateya “Sala nû” hate pîrozkirin. Newroz, li Albanya û Bosna-Hersekê ku bi zora Osmaniyan bûbûn misilman, weke çandekî li dijî çanda xiristiyanan hate pîrozkirin.    NETEWÎBÛNA FARISAN    Bi demê re Newroz, êdî bi şêweyên cuda hate vegotin, şîrovekirin. Rojhilatnas û zimanzan Ely Bannister Soane di navbera salên 1907-1909’an de hate rojhilatê Kurdistanê û qala efsaneyeke îraniyan kir ku digot kurdên li erdnîgariya îraniyan dijîn, ji binyata şeytanê bi navê “Zohak” tên. Kurdên ku li dijî Dehaq têdikoşiyan, bi xebatên neteweyîbûn ên Farisan re êdî veguherîn miletê ku eslê wan ji Dehaq tê.    CEJNA KURDAN AN JÎ ÎDA KURDÎ   Lê belê kurdan tu carî bi mebesteke cuda Newroz pîroz nekirin. Dîplomat û gerokê inglîz James J. Morier li welatê Osmaniyan û Îranê digere. Morier, di bîranînên xwe de dibêje ku di 31’ê tebaxê de li herêma Demavend a Îranê rastî cejna kurdan (Îyd-î Kurdî) tê. Morier, di bîranîna xwe de dibêje ku kurd, weke roja ku Dehaq ji hêla Kawayê Hesinkar ve hatiye kuştin pîroz dikin.    NEWROZA KU WEKE MÎTA RIZGARIYÊ TÊ PÎROZKIRIN   Kurdên ku ber bi demên dawî yên dewleta Osmanî ve têkoşîna siyasî ya kurdan dimeşandin û endamên tevgera siyasî ya kurd a di dema Komara Tirkiyeyê de, Newroz weke mîteke rizgarîxwaz pîroz kirine. Bi damezirandina komarê re ziman û hemû hêmayên çandî ku bi demê re dê bûbûna bingeha netewîbûna gelê kurd û li dora wan berxwedan bihata birêxistinkirin, hatin qedexekirin. Di sala 1923’yan de bi mohrkirina Peymana Lozanê re jî her tiştê aîdî kurdan yek bi yek hatin qedexekirin. Bi biryarnameyeke fermî ya di sala 1924'an de dibistan, rêxistin û weşanên kurdan hatin qedexekirin û peyvên “Kurd” û “Kurdistanê” ji pirtûkan hatin derxistin. Qedexe, di sala 1925’an de bi Plana Islehkirina Şerqê re hêj bêhtir hate berfirehkirin û mayîndekirin. Di sala 1934’an de bi “Qanûna Bicihkirinê” re navên gund û jînwarên kurdan bi navên tirkî hatin guherandin. Hat qedexekirin ku kurd navên kurdî li zarokên xwe bikin, cil û bergên gelerî li xwe bikin û Newrozê pîroz bikin.    ÎHSAN NÛRÎ Û ‘TOLHILDAN’   Newroza ku li dijî van zordestiyan dihat wateya berxwedanê, tu caran ji rojeva kurdan derneket. Cejna Newrozê ku di dema Serhildana Agiriyê de xwedî cihekî girîng bû, di Serhildana Dêrsimê de jî xwedî cihekî dîrokî ye. Li gorî pêşengê Serhildana Agiriyê Îhsan Nûrî Paşa, Medî di BZ. sala 612’an de bajarê Nînovayê ji destê Asurên ku weke “zalim” tên pênasekirin derdixînin û Newroz jî ji ber vê serkeftinê tê pîrozkirin. Îhsan Nûrî Paşa, di heman demê de vê rojê weke “Cejna Tolhildanê” pênase dike. Bi vê pênaseyê ve balê dikişîne ser ku kurd roja Newrozê bi wateya berxwedanê pîroz dikin.    Di salên 1968’an de ku tevgerên dijemperyalîst pêş dikevin, yekemîn car Newroz ji hêla tevgera siyasî ya kurd ve di sala 1970’an de li Farqîn a Amedê di geştyariyekê de weke çalakiyekê tê pîrozkirin. Di sala 1984’an de jî yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Mazlum Dogan, li Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê di 21’ê Adarê de bi vêxistina sê zilikên niftikê Newrozê pîroz dike û piştre jî dawî li jiyana xwe tîne. Vê çalakiya Mazlum Dogan bi xwe re pêlekî mezin anî û Newroz êdî li qadan ji hêla bi milyonan ve hate pîrozkirin.   Newroza ku li tevahiya erdnîgariya kurdan weke “Roja nû” tê pîrozkirin, ji hêla neteweyên din ve di 21’ê Adarê de weke “Sersala nû” tê pîrozkirin.    Tevî gelê kurd, her wiha li welatên weke Îran, Efxanistan, Belûcistan, Albanya, Azerbaycan, Bosna-Hersek, Gurcistan, Iraq, Qazaxistan, Qirgizistan, Kosova, Makedonya, Ozbekistan, Sûriye, Tacîkistan Turkiye, Turkmenistan, Tataristan, Gagavuzya û Yakutistanê jî tê pîrozkirin.    KÎ ÇAWA PÎROZ DIKE   Di roja Newrozê de hunermendên azarî bi enstrûmanên xwe beşdarî pîrozbahiyan dibin û bi zimanê xwe konseran didin. Yek ji çanda herî balkêş a azariyan ew e ku ji bo saleke berhemdar be, ji kaniyan av tê vexwarin. Di pîrozbahiyên Newrozê de jinên azerî vexwarina bi navê “Semenû” pêşkeşî mêvanan dikin.     EFXANISTAN   Gelê Efxen, bi wesîleya biharê ji ewil diçin serdana “Mezar-i Şerîf.” Piştre jî merasîmeke bisorgulan li dar dixin. Merasîma cejnê bi rakirina alê dest pê dike û heta 20 deqeyan didome. Elok tên serjêkirin û di şeva pîrozbahiyê de jî gelek cureyên vexwarinê tên dayîn. Goştê spî ku bo efxanan sembola aştiyê ye, tevî zebzeyên kesk pêşkeşî mêvanan tê kirin. Rengê kesk jî ji bo efxanan tê wateya serkeftinê.    OZBEKISTAN   Beriya Newrozê, jinên ozbek li malê dest bi paqijiyeke mezin a biharê dikin. Ji bo ku dîsa zindî bibin, kevirên biçûk ber bi asîman ve diavêjin. Di pîrozbahiyên Newrozê de jî ciwan di navbera xwe de gelek pêşbirkan li dar dixin.   TACIKISTAN   Hunermendên ku “Koronî” lê dixin, xelkê vedixwînin semah û pîrozbahiyan. Di Newrozê de cil û bergên gelerî tên berkirin. Yek ji girîngtirîn taybetiya ozbekan jî kofiya bi navê “kum” e ku dişiba kofiya kurdan. Di roja Newrozê de vê kofiyê li xwe dikin. Li gorî baweriya ozbekan, sala nû sembola jiyanê ye û jinên ozbek bi kofiyên xwe re weke “siltanên” pîrozbahiyê xuya dikin. Her wiha dîk û kewan bi hev didin şerkirin, ciwan di navbera xwe de pêşbirkan li dar dixin.   QAZAXISTAN    Li gorî baweriya qazaxan, Newroz sembola biharê û bereketê ye. Wisa bawer dikin ku di roja Newrozê de kevirê şîn ê Semerkandê dihele. Xwarineke taybet a bi navê “Newroz guje” tê dayîn. Ev xwarin, weke nîşaneya xelasbûna zivistanê tê dîtin. Ev xwarin, ji heft cureyên dexlî û zebzeyan tê çêkirin û pêşkeşî mêvanan tê kirin. Di pîrozbahiyan de lîstikên bi navên “Qul tuzaq” tên lîstin.    QIRGIZISTAN   Tekane welatê ku Newroz du rojan pîroz dike, Qirgizistan e. Roja ewil a Newrozê anku li gorî salnameya Mîladî 21’ê Adarê û 22’yê Adarê weke Newrozên cêwî tên dîtin. Di pîrozbahiyan de xwarina taybet a bi navê “Beş Parmaq” tê çêkirin û lîstika cirîdê tê lîstin.    TURKMENISTAN    Newroza li vî welatî gelemperî bi pêşbirkan derbas dibe. Şerê dik û beranan, pêşbaziya meşa dirêj, kişik û lîstikên cuda tên lîstin. Jinên tirkmen, di roja Newrozê de şirînahiyên ku bi taybet çêkirine didin hemû kesî.    ÎRAN   Beriya Newrozê, li Îranê paqijiyeke giştî tê kirin. Li sifreyeke ku bi 7 tefsiyan hatiye xemilandin, 7 xwarinên cuda tên dayîn. Navên her 7 xwarinan jî bi tîpa “S”yê dest pê dike. Di roja 13’emîn a mehê de hemû kes diçe geştê, lîstikan dilîzin, govend tê gerandin û şahî tên lidarxistin.