Malbata Şenyaşar: Me bi du kesan dest pê kir lê em ê sibe bibin milyon kes 2022-03-10 11:48:39   RIHA - Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 367’emîn de jî berdewam kir. Malbatê di çalakiyê de wiha got: “Me çalakiya xwe bi du kesan dest pê kir lê em ê sibe bibin milyonan kes. Em, bi qasî di oxira wê de canê xwe bidin ji edaletê hez dikin. Li dijî hiqûqa serdestan, dê serkeftin a me be.”    Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de êrişî dikana malbata Şenyaşar a li Pirsûsê kir. Di êrişê de hevjînê dayika Emîne Şenyaşar û du kurên wê hatin qetilkirin. Kurê wê Ferît Şenyaşar jî ji komkujiyê bi birîndarî xelas bû. Ji bo girtin û darizandina kujeran û berdana Fadil Şenyaşar, dayika Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar di 9’ê adara par de li ber Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 367’emîn de jî berdewam kir. Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar, îro jî di saetên serê sibehê de hatin ber deriyê edliyeyê. Malbatê, li cihê weke “Quncikê malbata Şenyaşar” tê pênase kirin pankarta “Hevjîn û du kurên min li nexweşxaneyê hatin qetilkirin! Lê kesek nehat girtin! Bi fermana serdestan re kurê min ev 4 sal in di hucreya yekkesî de tê girtin. Dixwazim ku kurê min di demekî herî nêz de bê berdan. Ji bo malbata Şenyaşar û hemû kesî edalet” vekirin.    Malbatê, li ser hesaba xwe ya medyaya civakî wêneyê nobeta yekemîn salvegera komkujiyê parve kir û wiha got: “Me duh, bi tevlibûna parastvanên mafên mirovan nobet girt. Nobeta îro jî dê bi tevlibûna Serokê Yekitiya Baroyan û serokên Baroyên Herêmê bidome. Me bi du kesan dest bi çalakiyê kir lê dê sibe bibin milyon kes. Bi qasî ku di rêya wê de canê xwe bidin, em ji edaletê hez dikin. Li dijî hiqûqa serdestan, serkeftin dê ya me be.”    DÊ SAGKAN BIÇE SERDANÊ   Tê payîn ku Serokê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) û serokên baroyên herêmê saet di 12.30’an de biçin serdana malbatê û daxuyaniyê bidin.