Di serdegirtina malê de polîsan serê welatiyekî şikand 2022-03-10 13:51:56 EDENE - Di serdegirtina malan a li Seyhanê de polîsan serê welatiyê bi navê Eyûp Şendur şikand û binçav kir.  Di çarçoveya lêpirsîna ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê ve hatiye destpêkirin, polîsan di danê sibehê de li Taxa Şakîrpaşa ya Seyhan a Edeneyê bi ser gelek malan de girt. Di dema serdegirtinê de polîsan deriyên malan şikandin, berê çekan dan welatiyan û tundî lê kirin. Welatiyê bi navê Eyûp Şendur ku biryara binçavkirina wî hebû, bertek nîşanî van sepanên polîsan da. Li ser vê yekê, polîsan bi qontaxa tifingê serê Şendur şikand. Di serdegirtinê de Eyûp Şendur û Agît Çekîn hatin binçavkirin û birin midûriyeta ewlekariyê ya bajêr.    Malbata Şendur têkildarî bûyerê bi ajansa me re ev agahî parve kirin: “Bêyî ku hişyariyek were kirin, polîsan derî şikandin û ketin malê. Hemû deriyên malê hatin şikandin. Endamên malbatê li erdê dirêj kirin, berê çekan dan me û pê li me kirin. Dema me xwest ku pê li me nekin, çêr li me kirin. Eyûp, bertek nîşan da û polîsan bi qontaxa tifingê serê wî şikand û di nava xwînê de hişt. Bi wî halî birin.”    Her wiha endamê Meclisa Şaredariyê ya Ceyhanê yê Partiya Gel a Komarê (CHP) Îbrahîm Kocaman jî di çarçoveya lêpirsîna Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr ve bi îdiaya “alîkariya fînansê dide rêxistinê” duh li Seyhanê hate binçavkirin. Kocaman hêj jî li fermandariyê di bin çavan de ye.