Girtiya nexweş Karaguzel krîza dil derbas kir 2022-03-10 14:03:44 ENQERE - Girtiya nexweş Mûhlîse Karaguzel ku li Girtîgeha Bunyanê tê ragirtin, krîza dil derbas kir.  Hat zanîn ku hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mûşê Mûhlîse Karaguzel ku li Girtîgeha Bunyan a Kayseriyê tê ragirtin, duh di danê sibehê de krîza dil derbas kiriye û rakirine nexweşxaneyê. Hat ragihandin ku Karaguzel anjiyo bûye û stentek xistine dilê wê.    Keça Karaguzel, Zîlan Karaguzel ji Jinnewsê re axivî û got ku 20 rojek berê ji ber ku dilê dayika wê êşiyaye, rakirine revîrê. Bi domdarî jî Karaguzel ev agahî dan: “Bijîşkê revîrê got ku demarên wê xitimîne û divê li nexweşxaneyê bê dermankirin. Lê dayika min nabin nexweşxaneyê û wê li qawîşa wê vedigerînin. 20 rojan hate sekinandin. Duh di danê sibehê de di carekê de ketiye erdê. Li ser vê yekê birin nexweşxaneyê. Demildest anjiyo hatiye kirin û stentek xistine dilê wê.”    LI NEXWEŞXANEYÊ KELEMÇEKIRÎ YE   Karaguzel, diyar kir ku li nexweşxaneyê tenê 20 deqeyan karî bi dayika xwe re biaxive û wiha bi dawî kir: “Di dema hevdîtinê de gelek leşker li hundir hebûn. Destên dayika min bi cihê wê ve hatibûn kelemçekirin. Rewşa wê nebaş e lê tê gotin ku dê ji nexweşxaneyê derkeve û bibin girtîgehê.”