Rojnamevan Kanbal hat beraetkirin 2022-03-10 14:21:44   MÊRDÎN - Nûçegihanê me Ahmet Kanbal ji doza jê dihat darizandin, hat beraetkirin.    Nûçegihanê ajansa me Ahmet Kanbal di 12’ê nîsana 2020’an de li ser hesabê xwe yê Twitterê têkildarî îstîfa Wezîrê Karên Derve yê Suleyman Soylu twît belav kiribû. Bi îdiaya ku Kanbal “Heqaret li Soylu kiriye” doz lê hatibû vekirin. Danişîna biryarê ya doza Kanbal li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat lidarxistin. Kanbal û parêzerê xwe Erdal Kuzu di danişînê de amade bûn. Piştî parastinên hatin kirin dadgehê derbarê Kanbal de biryara beraetê da.