Hevdîtina Antalyayê bi dawî bû: Tu pêşketinek çênebû 2022-03-10 14:29:51   ANTALYA - Hevdîtina di navbera Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Lavrov û hevpîşeyê wî yê Ûkraynayî Kuleba ya li Antalyayê bi dawî bû. Piştî hevdîtinê, Kuleba got ku di hevdîtinan de tu pêşketin çênebûne. Lavro jî anî ziman ku tu tiştek cihê muzakereyan nagire.    Hevdîtina di navbera Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Karên Derve yê Ûkraynayê Dmitro Kuleba ya li Antalyayê bi dawî bû. Piştî hevdîtinê, her du aliyan jî daxuyaniyên cuda dan.    Wezîrê Karên Derve yê Ûkraynayê Kuleba di daxuyaniyê de diyar kir ku hevdîtina wan ne hêsan û ne jî zehmet derbas bûye. Bi domdarî jî Kuleba têkildarî hevdîtinê ev tişt anî ziman: “Tu pêşketinek çênebû. Em amade ne ku bi heman awayî dîsa hevdîtinan bikin. Lê belê Ûkrayna dê teslîm nebe. Daxwazên Rûsyayê, mîna şertên teslîmiyetê ne. Min wisa fêm kir ku Rûsya niha ne di rewşekî wisa de ye ku bikara agirbestekê ragihîne. Lavrov ji bo korîdorên mirovî tiştekî teqez negot lê diyar kir ku dê bi aliyên peywendîdar re biaxive.”   ‘TIŞTEK CIHÊ MUZAKEREYAN NAGIRE’   Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî di daxuyaniya xwe de wiha got: “Di hevdîtina îro de xuya bû ku tu tiştek nikare cihê muzakareyan bigire. Li Ûkraynayê rewşeke ku raste rast gefê li Rûsyayê dixwe derket holê. Me ji bo vê rewşê gelek caran hişyarî kirin lê kesekî guh neda. Em piştgiriyê didin her hewldaneke ji bo çareserkirina krîza Ûkraynayê. Yekîneyên leşkerî sivîlan weke mertalên zindî bi kar tînin. Plana vekirina korîdora mirovî tê kirin. Dê çareserî di hevdîtinên li Belarûsê de derkeve. Daxwaza me ew e ku ev qeyran, bi awayekî wisa bê çareserkirin ku bi kêrî berjewendiyên her kesî be. Em dixwazin di çareseriyê de nêrînên welatên ewropî jî hebe.”    Li ser pirsa rojnamegerî ku digot; “Gelo dibe ku şerekî nukleerî derkeve?” jî Lavrov ev bersiv da: “Naxwazim ji vê bawer bikim. Ji xwe di wê baweriyê de jî nînim. Her wiha kesên ku çekan û kujeran dişînin, dê ji kiryarên xwe berpirsyar bin.”