Serokê TBB'ê Sagkan: Nobet girtina Emîne Şenyaşar şerma me hemûyan e 2022-03-10 15:31:43 RIHA - Serokê TBB'ê Erînç Sagkan ku serdana malbata Şenyaşar kir, ev tişt got: "Ji bo ku dengê malbatê li tevahiya Tirkiyeyê bê bihîstin em ê dosyayê bişopînin." Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar ku hevjîn û 2 kurên wê di 14'ê hezîrana 2018'an de li navçeya Pirsûs a Rihayê ji aliyê xizm û parastvanên Parlamenterê AKP'ê yê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn kuştin û kurê xwe di 9'ê adara 2021'an de li ber Edliyeya Rihayê dabûn destpêkirin, di roja 367'an de berdewam dike. Serokê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) Erînç Sagkan û heyeta pê re ya ji serokên baroyên Mêrdîn, Şirnex, Mûş, Amed, Riha, Sêrt, Colemêrg, Çewlik û Êlihê pêk dihat serdana malbata Şenyaşar kirin.    SERDOZGER Û WALÎ RANDEVÛ NEDAN   Beriya serdanê Erînç Sagkan xwest derbarê dosyayê de bi heyeta xwe re serdana Serdozgerê Komarê yê Rihayê Onder Yenîçerî û Waliyê Rihayê Abdûllah Erîn bike. Rexmî ku Serdozger Yenîçerî û Walî Erîn randevû dabûn wan jî bi hinceta ku wê tevlî bernameyên cuda bibin serdanê qebûl nekirin.  Beriya serdanê parêzerên malbatê Gokhan Dayik û Bulent Dûran derbarê dosyayê de heyetê agahdar kirin. Piştre heyet derbasî pêşiya Edliyeya Rihayê bû û serdana malbata Şenyaşar kir. Malbatê, heyetê bi dovîza "Em tenê edaletê dixwazin" û wêneyê ambûlansa ku têde êriş li ferdên wê hat kirin, pêşwazî kir.    Dema hevdîtinê malbatê, serpêhatiya xwe ji heyetê re vegot.    'EM LI CEM MALBATÊ NE'   Serokê TBB'ê Erînç Sagkan jî destnîşan kir ku pêk nehatina edaletê dilê me diêşîne û wiha got: "Daxwaza me ya sereke ew e ku ev dosya bi awayekî bibandor bê encamkirin. Ji bo vê daxwazê em li cem malbatê ne. Ji bo ku dengê malbatê li tevahiya Tirkiyeyê bê bihîstin, em dosyayê bişopînin. Ji bo ku êşa we parve bikin em îro li vir in. Salek e dayik, li ber tav û di bin baranê de neçar dimîne ku nobet bigire. Ev şerma me hemûyan e. Diviya ku me ev bi dayikeke ku li ber çavên wê zarokên hatin kuştin nedana jiyandin. Diviya ku me edaletê pêk bianîna û rondikên wê bidana rawestandin. Terorîzakirina malbatê gelo li gorî kîjan wijdanî ye?   'NOBETA MALBATÊ MEŞRÛ YE'   Piştî Sagkan Serokê Baroya Rihayê Mehmet Velat Îzol jî axivî û destnîşan kir ku nobeta malbatê meşrû ye û ji bo herkesî edaletê dixwaze.   'EM Ê DEV JÊ BERNEDIN'   Ferît Şenyaşar ku salek e bi dayika xwe re nobet digire jî spasiya heyetê kir û got ku têkoşîna wan têkoşîneke civakî ye û wê dev ji daxwaz û têkoşîna xwe ya ji bo edaletê bernedin.    Emîne Şenyaşar jî daxwazên xwe anîn ziman û xwest rojek zûtir edalet pêk bê.    Heyetê piştî ku demekê bi malbatê re nobet girt ji ber edliyeyê veqetiya.