‘Li vî welatî bi milyonan kes li benda edaletê ne’ 2022-03-10 16:34:16 WAN - Rêveberên DBP’a Wanê çûn serdana çalakiya Nobeta Edaletê ya Wanê û gotin ku niha li Tirkiyeyê bi milyonan kes li benda edaletê ne.    Bi mebesta berdana girtiyên ku cezayê wan xelas bûyî lê nayên berdan û girtiyên nexweş, malbatên girtiyan li Baroya Wanê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatan di roja 88’emîn de berdewam kir. Îro, hevjîna girtiyê nexweş Îbrahîm Alkan, Dilşah Alkan û dayika Botan Tîmûr, Aslihan Tîmûr çalakî domandin. Rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Rêya Armûşê îro çûn serdana malbatan.    Di çalakiyê de hevserokê DBP’a Rêya Armûşê Idrîs Polat axivî û da zanîn ku piştgiriyê didin çalakiyê. Bi domdarî jî Polat anî ziman ku ji rêveberiya welatekê ku heq û hiqûq ji holê hatine rakirin re dibêjin rêveberiya faşîst û wiha bi dawî kir: “Desthilatdariya siyasî xeletiyên mezin dike. Divê girtiyên ku cezayên wan xelas bûne werin berdan. Li vî welatî niha bi milyonan kes li benda edaletê ne. Em bêedaletiyê qebûl nakin û heta edalet pêk tê jî dê têbikoşîn. Bila desthilatdarî dev ji polîtîkaya xwe ya dîlgirtinê berde. Lewma jî em bang li gelê xwe dikin ku piştgiriyê bidin malbatên girtiyan.”