Li Wanê amadekariyên Newrozê dest pê kir 2022-03-10 17:01:10   WAN - Ji bo xebata pîrozbahiya Newroza Wanê ya dê li qûntarê Keleha Wanê bê pîrozkirin, civîn hat lidarxistin.    Li Wanê dê pîrozbahiya Newrozê di 20’ê adarê de li qûntarê Keleha Wanê bê pîrozkirin. Ji bo pîrozbahiya Newrozê amadekariyan dest pê kir. Endamên Komîteya Amadekar a Newrozê civînek li dar xist û starta xebatên Newrozê dan. Piştî civînê li ber avahiya HDP’ê ya Wanê govend hat gerandin.